Dadgeha Destûra Bingehîn serxwebûna Katalonyayê îptal kir
Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê, serxwebûna Parlamentoya Katalonyayê ya ku di 27’ê Îlonê îlan kirî, îptal kir.
Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê, serxwebûna Parlamentoya Katalonyayê ya ku di 27’ê Îlonê îlan kirî, îptal kir.
Berdevkê Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê eşkere kir kû dadgehê, îlankirina serxwebûnê ya ji aliyê Parlamentoya Herêma Katalonyayê ve ku di 27’ê Îlonê de ragihandibû, îptal kiriye.
Berdevk her wiha ragihand ku Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaz kiriye ku Berdevkê Parlamentoya Katalonya û 2 wekîlên paye bilind di 2-3’yê Cotmehê de were îfade bide.