DAÎŞ'iyên ku wezîfedarên girtîgehê dîl girtin hatin kuştin

Rayedarên Rûs diyar kirin ku DAÎŞ'iyên li girtîgeheke li başûrê welêt du wezîfedarên girtîgehê dîl girtibûn hatin kuştin.

Di daxuyaniya rêveberiya girtîgehê de hate gotin, "Bi operasyoneke taybet sûcdar hatin bêbandorkirin û xebatkarên dîl hatin girtin serbest hatin berdan, birîndar nebûn."

Rêveberiya girtîgehê beriya çend saetan ragihandibû ku li navenda binçavkirinê ya hejmara 1'emîn a li herêma Rostovê ya li ser sînorê Kafkasyayê 2 gardiyan ji aliyê mehkûman ve dîl hatin girtin.

Li gorî çavkaniyekî emniyetê ku ajansa dewletê TASS'ê hevdîtin pê re kir, di nava kesên ku herdu wezîfedar dîl girtine de endamên DAÎŞ'ê hene ku wê bi sûcdariya 'terorîzmê' bêne darizandin.

Li gorî heman çavkaniyê êrişkaran bi kêr, ço û bivirekî xwe li hewşa navenda binçavkirinê veşartibûn.

Li gorî ajansa Înterfaxê, êrişkarên ku hejmara wan 6 kes bû, di berdêla berdana dîlgirtiyan de xwestin ku wesayitek ji wan re bê dayin û destûr bê dayin ku ji navenda binçavkirinê biçin.

Rûsya gelek caran dibe hedefa êrişên DAÎŞ'ê.

22'ê Adarê kesên çekdar li salona konserekê ya li nêzî Moskowayê li derdorê reşandibûn û 144 kes qetil kiribûn, bi sedan kes jî birîndar kiribûn.

Piştî demeke kurt çeteyên DAÎŞ'ê berpirsyariya êrişê li xwe girtibûn.