Covîd-19: Testa Bolsonaro pozîtîf derket, bi Trûmp re civiyabû

Serokkomarê Brezîlya Jaîr Bolsonaro teşxîsa vîrûsê kir. Hefteya borî bi Serok Dewletê DYE’yê re Donalt Trûmp re civiya bû.

Li gorî nûçeya Fox Newsê Serokkomarê Brezîlya Jaîr Bolsonaro rastgirê tundraw teşxîsa vîrûsa koronayê kiriye.

Piştî vê nûçeyê Qesra Spî banga civîna lezgîn kir. Li bendê ye ku Trûmp daxuyaniyek bide.

LI SPANYAYÊ REWŞA AWART E

Li Spanyayê rewşa awarte hate îlankirin. Li gorî daxuyaniyeke kurt ku ji aliyê hikûmetê ve hate kirin ji bo 15 rojan rewşa awarte hate îlankirin. Li welat kesên ji ber vîrûsê mirin hejmara wan derket 1320’an, 4 hezar û 209 kes jî bi vîrûsê ketine.

LI FRANSAYÊ ÇALAKÎ HATIN QEDEXEKIRIN

Li Fransayê li gel betalkirina dibistanan, hemû çalakiyên ku ji sed kesî zêdetir tevlî bibin jî hatin qedexekirin.

LI ÎRANÊ KOLAN TÊN VALAKIRIN

Piştî Çînê welatê herî zêde ji şewbê bandor bûye Îran tê. Li Îranê hêzên ewlekariyê ketin kolanan, fermana valakirina kolan û dikanan da. Li gorî daneyên fermî yên Îranê 514 kes mirine, 11 hezar û 300 kes jî bi vîrûsê ketine.