Covîd-19 dibe ku nexşeya siyasî ya Ewropayê biguherîne

Li gorî lêkolînên dawî, şewba vîrûsa koronayê ku li cîhanê belav bûye, dengê partiyên populîst ên rastgir ên li Ewropayê gelekî kêm kiriye. Eger rewş bi vî rengî bimîne wê nexşeya siyasî ya parzemînê biguhere.

Li tevahiya cîhanê zêdeyî milyonek û 200 hezar mirov bi vîrûsa koronayê ketin û piraniya wan li welatên Ewropayê nêzî 70 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Vîrûsa koronayê desthilatdariyên heyî xurtir kir û partiyên rastgiriya tund ên li mûxalefetê gelekî qels kir. Ev partiyên ku bi ginraî dijberê biyaniyan û Misilmanan e, li Elmanya, Fransa, Awûstûrya û Îtalyayê li mûxalefeta bingehîn in.

Li gorî lêkolîna Enstîtuya Aboriyê ya Elman ku navenda wê li bajarê Koln ê Elmanyayê ye, partiyên rastgiriya tund ên li mûxalefeta bingehîn a gelek welatan dengê xwe gelekî kêm bûne.

Li welatên Polonya û Macaristanê ku populîstên rastgiriya tund lê desthilatdar in, ev partî dengê xwe diparêzin. Çavdêrên siyasî vê rewşê bi tespîta "yên di dema krîzê de bi ser dikevin desthilatdarî ne, yên winda dikin mûxalefet in" şîrove dikin.

Li gorî encamên lêkolînê, yek ji partiyên sereke yên rastgiriya tund a li Ewropayê êdî bala hilbijêran nakişîne, partiya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) ye. Dengê AfD'ê ku di sala 2017'an de bi 12 ji sedî yê dengan li Meclîsa Federal cihê xwe girt, tê gotin ku dengê xwe niha 9 ji sedî ye.

PIŞTGIRIYA JI BO MERKEL Û MACRON ZÊDE BÛ

Tê gotin, ji ber ku hikumeta Merkel tevdîrên pêwîst di dema xwe de wergirt û li gorî welatên din ên Ewropayê nehişt vîrûs zêde li Elmanyayê belav bibe û hejmara qurbaniyan kêm kir, ev yek bûye sedem ku dengê AfD'ê kêm bibe.

Li gorî lêkolîna Enstîtuya Aboriyê ya Elman, partiyên populîst ên rastgiriya tund ên li Îtalya, Hollanda, Swêd, Norwêc, Fransa, Awûstûrya û Spanyayê jî mîna AfD'ê gelekî kêm kirine. Her wiha mîna Merkel, Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî bi têra xwe populer bûye.

Li gorî anketên dawî yên li Fransayê, rêjeya kesên piştgiriyê didin Macron li gorî rêjeya beriya krîza koronayê bi 6 ji sedî zêde bûye.

ENCAMÊN BALKÊŞ ÊN LI NORWÊC Û SWÊDÊ

Di heman lêkolînê de hate destnîşankirin ku rêjeya dengê Partiya Pêşverû ya rastgiriya tund a li Norwêcê bi 13 ji sedî kêm bûye.

Li Swêdê jî dengê Sosyal Demokrat û Keskan bi 15 ji sedî zêde bû, dengê Partiya Demokratên Swêdê (SD) a rastgiriya tund bi 8 ji sedî kêm bûye.