Civîna Wezîrên Karê Derve: Li Sûriye çareseriya leşkerî nabe

Welatên Rojhilata Navîn û  Balkanan ên li Washîngtonê civiyan, li Sûriyeyê pêşniyarên çareseriya siyasî pêşkêş kirin, li dijî hêzên ku ‘Dixwazin bi rêya leşkerî çareseriyê bikin û li herêmê nearamiyê derxin’ hişyarî da.

Civîna li Washîngtonê hate kirin, Wezîrên Karê Derve yên DYE, Bîrtanyaya Mezin, Elmanya, Fransa, Erebîstana Siûdî, Misir û Urdunê amade bûn.

Di daxuyaniya piştî civîna ku têde şerê navxweyî yê Sûriyeyê hate destgirtin û şûnde hat dayîn de ev tişt hate gotin: “Li Sûriyeyê çareseriya leşkerî nîne, alternatîfa çareseriya siyasî jî nîne.” Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bi dawî bibe, pêwîstî bi dîplomasiyê heye. Hişyariya yên ku yên dixwazin bi rêya leşkerî çareserî û ketine nava hewldanên nearamîkirina herêmê tenê şer wê kûrtir bikin, dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê destekê bibin ‘hewldanên’ Nûnerê Taybet ê NY’yê yê Sûriyeyê Geîr Pedersen.