Civîna dîrokî ya Koreyê: Qewlê aştî û bênukleerbûnê

Di navbeyna Korey Bakur û Başûr de civîneke dîrokî çêbû. Lîderên du welatan qewlê xwe li ser bênukleerbûna bêkêmasî danîn.

Lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-un bi hevtayê xwe yê Koreya Başûr Mon Jae-în re rûnişt û qewlê xwe kirin ku ‘’dawî li kirinên dijminatiyê bînin’ û ‘’sînorê ku du welatan ji hev vediteqîne bikin qada aştiyê’’.

Koreyî ji 2007’an ve li bendê bûn ku lîderên welatên wan dest bidin hev. Civîna di navbeyna du welatan de herî dawî 2007’an pêk hatibû. Du lîder Înê li gundê Panmunjomê hatibûn cem hev, ku ev gund di navbera sînorên herdu welatan de ye û ti hebûna leşkerî lê nîn e.

PAKBÛNA JI NUKLEERÊ: Piştî civînê daxuyaniyek hevpar hate belavkirin. Du serokan jî li hev kirin ku girav bi temamî ji nukleerê were pakkirin.

QEDANDINA KIRINÊN BI DIJMINATÎ: Lîderan li hev kirin ku li bejahiyê, zeryayê û hewayê dawî ‘’li kirinên bi dijminatî were’’ û herêman sînor ku du welatan ji hev vediqetîne bikin ‘’aştiyê’’.

JI AGIRBESTÊ BER BI PEYMANA AŞTIYÊ: Tê payin ku dawiya vê salê were ragihandin ku dawî li şerê Koreyê tê. 1953’yan di navbeyna du Koreyan de agirbest hatibû danîn. Hate gotin ku ev biryara agirbestê wê veguhere peymana aştiyê.

MALBAT WÊ WERIN CEM HEV: Tebaxê malbatên ku ev 65 sal in hev nabînin wê werin cem hev.

DARA AŞTIYÊ: Dema civînê du serokan jî dara aştiyê li wê herêmê danîn, ku ji leşkeriyê hatibû pakkirin.

Her wiha tê payin ku du lîder bi DYA’yê û Çînê re jî rûnin ku îmzeya wan jî li ser peymana agirbestê heye. Lîderê Koreya Bakur sond xwar ku şaşitiyên berê careke dî nekin û lîderê Koreya Başûr jî got payizî wê seriyekî bide Pyongyangê.