Civîna 6’an a Cinêvê wê 16’ê Gulanê destpê bike

De Mîstûra, diyar kir ku hevdîtinên Cinêv ên ku wê 16’ê Gulanê ji nû ve destpê bike, wê 3 rojan dom bike.

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyiyê (NY) Staffan de Mîstûra û Şêwirmendê Taybet Jean Egeland, li ser navê Koma Piştgiriya Sûriyeyê ya Navneteweyî, piştî civîna li Buroya Cinêv a Neteweyên Yekbûyiyê (NY) û şûnde, civînekî ya çapemeniyê lidar xist.

RÛNIŞTINA 6 A CINÊVÊ WÊ 3 ROJAN BIDOME

De Mîstûra bibîr xist ku rûniştina 6. a Cinêvê ku di pêşengtiya NY’yê de di bin navê ‘Lêgerîna Çareseriya Siyasî’ ya li Sûriyeyê wê 16’ê Gulanê destpê bike û diyar kir ku wê hevdîtin 3 rojan dom bike. De Mîstûra got: “Hevdîtina ku wê di navbera dîroka 16 heta 19’ê dom bike de, ji civînên kurt pêk tê.”

‘DIVÊ CIHÊN BI EWLE RÊ NEDE OPERASYONÊN LEŞKERÎ YÊN NÛ’

De mûstûra bal kişand ser biryara ‘Herêmên bi ewle’ yên ku di civîna Astanayê de hatine girtin, diyar kir ku ji bo cihên bi ewle wê lez bê dayîna alîkariyên mirovî. De Mîstûra diyar kir ku divê wisa kar bê kirin ku li cihên bi ewle rê neyê dayîna operasyonên leşkerî yên nû.

De Mîstûra, li ser pirsa dayîna çekan a DYA ya ji bo YPG’ê jî ti bersiv neda, diyar kir ku mijarên leşkerî nakevin çarçoveya xebatên wan.