Civaknas Wallerstein jiyana xwe ji dest da

Civaknasê Emerîkî Immanuel Maurice Wallerstein di 89 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Hate ragihandin ku Wallerstein di 31'ê Tebaxê de çûye ser dilovaniya xwe.

Di sala 1930'î de li New Yorkê ji dayik bû û perwerdeya xwe li zanîngeha Columbiayê pêk anî.

Di sala 1951'ê de lîsansa xwe, di sala 1954'an de master û di sala 1959'an de jî doktora xwe ya felsefeyê kir. 

Wallersteîn bi xebatên xwe yên li ser globalîzmê dihate naskirin.

Ji ber rexneyên wî yên tund ên li ser kapîtalîzma global û desteka li tevgerên dij-pergalê ew anî asta Noam Chomsky û Pîerre Bourdîe ku bi têkoşîna xwe ya dijî globalîzmê têne nasîn.

OCALAN WALLERSTEÎN JI XWE RE REFERANS DIGIRT

Wallersteîn li gel Murray Bookchîn yek ji wan nivîskaran bû ku Ocalan ew ji bo xwe referans digirt. Ocalan 5'ê Gulana 2004'an bi nameyekê ku bi rêya parêzeran  ji bo Bookchîn nivîsî, digot, yek ji nivîskarê ku bandor lê kirî Wallersteîn e:

''Rêzdar Ocalan ji peywndiya we pir kêfxweş bû û ji nûneran tika kir ku di cih de bi we re têkilî were danîn. Slavên jidil ji bo we şand û got niha ji du nivîskaran ku pir li ser disekine yek jê hûn in, yê dî jî Immanuel Wallersteîn e.''