Cîhan evqas germ nebûbû

Rêxistina Meteorolojî ya Cîhanê (RMC) destnîşan kir ku 4 salên dawî salên herî germ ên gerdûnê ne, bang li civaka navneteweyî hate kirin ku divê bi teqez gaza serayê kêm bikin.

Li gorî RMC’ê sala 2018’an, li cîhanê li gorî demê beriya pîşesaziyê, bi şêwayeke giştî pileyeykê germ bûye. 20 salên dawî her sal germahî zêdetir dibe.

4 salên dawî 4 salên herî germ ên cîhana moderm hate diyarkirin. Li gorî daneyên meteorolojiyê yên bi ewle ji sala 1880’ê û vir ve bi qasî niha germ nebûbû. Pileyên germaniya sala 2018’ê li navîna sed sala 20’ê 0,79 pile hê zêdetir bûye. Bi şêweyeke giştî germahiya navîn a gerdûnî, ji sala 1888’an û vir ve pileyekê zêde bûye.

Li gorî RMC’ê di sala 2018’an de bi kêmanî 14 bûyerên meterolojî pêk hatiye. Ev bûyer bi milyonek kes bandor kiriye û rê li ber mezaxtineke 91 milyarî vekiriye.

Li gorî daneyên NASA û Daîreya Okyanosa Netewî û Atmosferê germahî di asta rekorê de ne. Hemû dane nîşaneya ku wê ev germahî bidomin didin diyarkirin.

NY’yê wê 23’ê Îlonê li New Yorkê li ser avhewayê civînekê lidar bixe. Tê payîn ku di civînê de zêdetir li ser têkoşîna bi avhewayê re bê kirin be.