CIA û BND'ê zêdeyî 100 welat çawa şopandin?

Li gorî lêkolîna hevpar a Washîngton Post, qenala ZDF a Elman û qenala SRF a Swîsreyê, servîsên veşartî yên Emerîka û Elman peyamên veşartî yên zêdeyî sed welatan bi dest xistin.

Di lêkolînê de hate ragihandin, ku karê peydakirina axaftin û peyamên sîxuriyê bi rêya şîrketeke ku di krîptokirina axaftin û peyamên sîxuriyê de pispor e hatiye kirin.

Li gorî lêkolînê şîrketa navborî ya bi navê Crypto AG amûrên sîstema krîptokirinê firotiye zêdeyî 120 welatan û Îran, Hindistan, Pakistan, Vatîkan jî di nava muşteriyên wan de ne. Her wiha gelek welatên Latîn Amerîkayê jî ji Crypto AG'ê amûr kirîne.

BI HEVKARIYA CIA-BND'Ê BI RENGEKÎ VEŞARTÎ HATIBÛ KIRÎN

Crypto AG ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn li qada krîptokirinê bûye lîder, di sala 1970'î de ji aliyê rêxistina îstîxbaratê ya Emerîkayê (CIA) û rêxistina agahîwergirtinê ya Elman (BND) ve bi dizî hatibû kirîn. Ev hevkarî 'di asta herî bilind de bi rengekî veşartî' hate bicihanîn.

Şîrketa Crypto AG ku BND'ê di sala 1990'î de xwe jê vekişand, di sala 2018'an de ji aliyê CIA'yê ve hatibû firotin.

PEYAMÊN KRÎPTOKIRÎ DIŞIKANDIN!

Li gorî îdîayê CIA û BND'ê bi rêya şîrketê xwe gihandin agahiyên veşartî yên welatên muşterî. Hate îdîakirin ku her du rêxistinan ji bo sîstemên kodkirinê yên welatên muşterî bişikînin di amûran de hîle kirine.

PEYAMÊN GELEK BÛYERÊN GIRÎNG HATIN BIDESTXISTIN

Li gorî Washîngton Postê, di nava agahiyên ku tê îdîakirin ketine destê CIA û BND'ê gelek bûyerên girîng jî hene. Bi saya vê yekê bûyera dîlgirtinê ya sala 1979'an a li Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê ya li Tehranê hate şopandin, di Şerê Brîtanya-Arjantînê yê sala 1982'ande agahiyên li ser artêşa Arjantînê hatin bidestxistin. Komkujiyên ku dîktatorên li Başûrê Emerîkayê kirin di cih de hîn bûn, di sala 1986'an de piştî êrişa li dijî kulûbeke şahiyê ya li rojavayê Berlînê ku di encamê de du leşkerên Emerîkî hatin kuştşn, 'pîrozbahiyên' rayedarên Lîbyayê jî hatin şopandin.

Hate ragihandin ku her du rêxistinan bi vî rengî 62 welat şopandine ku Tirkiye, Îran, Iraq, Yûgoslavya, Sûriye, Erebistana Siûdî, Macaristan, Spanya, Koreya Başûr, Tayland û Vîetnam jî di nav de ne.

CIA û BND'ê li ser operasyonê şîrove nekirin. Lê belê dîrektorê berê yê BND'ê Bernd Schmîdbaûer ji ZDF'ê re axivî. Schmîdbaûwer îdîa kir ku bi rêya vê operasyonê 'cîhan bêhtir hatiye ewlekirin'.

Crypto AG herî dawî ji aliyê şîrketeke Swêdê ya bi navê Crypto Înternatîonal ve hatibû kirîn. Li aliyê din rayedarên Swêdî diyar kirin ku li ser skandalê wan di 15'ê Çileyê de dest bi lêpirsînê kirine.