Cezayîrê deriyê bazirganiyê bi ser Tirkiyeyê girt
Cezayîrê ji xurekan bigire heta plastîkê biryar da ku îthalata 24 berheman a bi rêya bankavaniyê were qedexekirin.
Cezayîrê ji xurekan bigire heta plastîkê biryar da ku îthalata 24 berheman a bi rêya bankavaniyê were qedexekirin.
Ev biryar tê wateya qedexekirina îthalatê. Ji ber ku xurekên bulyon, sosên çêkirî, nan, miqarna, mêwe, ava mêweyan, rîçal, çîkolota û konserve dikevin vê kategoriyê.
Ji ber ku îthalata van berheman bi rêya bankavaniyê hate qedexekirin wê îxracata li Cezayîrê were sekinandin.
Di sala 2016’an de ji Tirkiyeyê 231,7 milyon dolar îxracat hatibû kirin. Di rêza duduyan de jî bi 92.7 milyar dolarî îxracata berhemên plastîk heye.
Serokê Yekîtiya Îxracatvanên Madde û Berhemên Kimyewî Mûrat Akyuz got ku, “Ev biryar ne ji bo Tirkiyeyê bi tenê ye lê herî zêde wê îxracatvanên li Tirkiyeyê xisarê bibînin.”
Nehat zanîn ku bê ka çima Cezayîrê biryareke wisa daye. Lê AKP ji zû ve ye bi feraseteke neo-osmanî nêzî welatên Magrebê dibe. Têkiliya AKP’ê ya bi komên çeteyan û fînansekirina wan dibe sedema aloziya wê ya bi welatên din re.