Celebên navdar ên heywanan diqelihin

Endamê Navenda Lêkolînên Zanistî ya Neteweyî ya Fransayê (CNRS) Franck Courchamp ji rojnameya 20 Minutes a Fransayê re axivî û diyar kir ku 10 celebên heywanên li cîhana rojava navdar in diqelihin.

Courchamp got, zurafayên ku yek ji girîngtirîn heywanên li cîhanê ye, di nava 30 salan de bi rêjeya 40 ji sedî kêm bûne û anî ziman, 9 cûreyên din ên heywanan jî li ber tinebûnê ne. Li gorî Courchamp, heywanên ku cureyên wan li ber tinebûnê ne; şêr, piling, fîl, leopar, panda, hirçên li cemseran, gur, gorîl û çîta ne.

Pisporê CNRS'ê da xuyakirin ku ji bilî guran ew li bendê ne ku cureyên din tine bibin û destnîşan kir ku tinebûna heywanên li welatên rojava û gelemperiya cîhanê populer in rewşek 'paradoks' e. Li gorî Franck Courchamp qadên jiyanê yên guran yek ji sê paran bi destê mirovan ji holê hatine rakirin, lê tevî vê yekê jî nayê payin ku di demeke kin de biqedin.

Lê belê, eger ji bo heywanên din tiştek neyê kirin dibe ku di nava 20 salên bê de tenê çend ji celeban bimînin.