Cara pêşî tê dîtin ku Bonobo çûne 'seyranê'

Biyologan cara pêşî dît ku Bonoboyên ji koloniyên cihê di nêv xwe de xwarinê par ve dikin. Kolonî hîç li dijî hev ranebûn.

Li gorî antropologan nêçîrvanî û parvekirina xwarinê refterên girîng in. Ji wêdetir jî, wekî hîma civakên mirovî têne dîtin. Lê ji bo rengekî wiha yê têkiliyê jî delîlên arkeolojik pir kêm in. Ji bo vê jî zanyar ji bo ku teoriyên xwe biçespînin bi baldarî guhê xwe didine meymûnên însanokî. Du lêkolînerên ji Zanîngeha Lîverpoolê ya John Moores û ya Elmanya Max-Planck, Enstîtûya Antropologiya Perasanî gotin ew li kapasîteya parvekirina kanan a civakên meymûnan ku pêşiyê hevpar ê mirovahiyê ne, li parvekirina wan ên zad û rengê dî yên hevkariya wan dinerin. Encamên vê lêkolînê li kovara Human Natura de weşiyan. Di lêkolînê de ew çavdêrî têne parvekirin ku cara pêşî dibînin ku du Bonoboyên ji koloniyên cihê di nêv xwe de xwarinê par ve dikin.

XWEŞBÎNIYA SOSYAL A KÊMPEYDA

Lêkolîneran Çileya 2017’an li Komara Kongoyê ya Demokratîk guhê xwe dane ser Bonoboyan. Di encamê de hate dîtin ku Bonoboyên mê û nêr ên ciwan ku bi renge komikên ‘Rojava’ û ‘Rojhilat’ ji hev hatibûne veqetandin li rasta hev tên. Di demeke kurt de gelek primatan parçeyek goşt di destê Bonoboyên di koma Rojava de dîtin. Lê li ser vî parçeyê goşt bi hev neketin. Berevajî vê, li gorî lêkolîneran, Bonoboyan ev parçeyê goşt di nêv xwe de par ve kirin. Yek ji van Bonoboyan serê antîlopê jêdike, dide çêlîka xwe û dide yên gihaştî yên ji koma dî. Biyolog dibêjin ti reftareke nîşane hêrsbûnê nedîtine, an jî li rewşeke ku bi zorê ji dest hev bistînin. Li gorî lêkolîneran ev rewş asteke tolerans sosyal a kêmpeyda ye ku heta niha hîç nehatiye dîtin.

Di encama vê xebatê de lêkolîneran ji bo vê hêla ku di nav heywanan de dîtin, pênaseya ‘toleransa sosyal’ danîn. Di çavdêriyeke dî de lêkolîner wê lê binerin bê ka di nav Bonoboyan de kî pêşengiya keşfê dike, yê nêr a ya mê vê dike, di rashatina wiha ya bi pêvçûn de sûdeke çawa ji hev digirin.