Bûyera li New Yorkê ne êrîşekî terorîstiye

Hat diyarkirin ku bûyera ku li bajarê New York ê DYA’yê ku kesekê jiyana xwe ji dest da û herî kêm 12 kes birîndar bûn, ne bûyerekî ‘terorîstî’ ye.

Hat diyar kirin ku îro li Qada Tîmes a bajrê New Yorkê di saetê nîvroyê wesayîtek bi ser welatiyan de ajotiye. Di encama bûyerê de herî kêm kesek jiyana xwe ji dest da, 13 kes jî birîndar bûne.

Polîsan diyar kir ku ajokar hatiye girtin û di bin çavan de ye. Diyar kirin ku ji hinek birîndaran rewşa wan giran e, agahiya ku bûyer ‘ne êrîşekî terorîstî’ ye.

Li gorî agahiyên şahidên bûyerê û polîsan jî, heta niha ti gumanên ku êrîşekî terorîstiye derneketiye.