Bûrka li peykerê Wîlhelm Tell kirin

Li bajarokê Altdorf ê Kantona Ûrî ya Swîsreyê, endamên Partiya Neteweyî ya Swîsreyê (PNOS) bûrka li peykerê Wîlhelm Tell kirin.

Peykerê Wîlhelm Tell, ku fîgurekî efsanewî yê Swîsreyî ye û li cîhanê navdar e, li Kantona Ûrî ya Swîsreyê ye. Endamên PNOS'ê ku partiyeke tund a neteweperest e, bûrka li peykerê Wîlhelm Tell kirin. Berdevkê PNOS'ê Domînîc Luthard li ser çalakiya xwe axivî û îdîa kir ku belavbûna Îslamê rê li ber xeteriyan vedike, lewma wan çalakiyeke bi vî rengî kirine.

Luthard bal kişand ser kiryarên DAIŞ'ê ku gelek nirxên çandî yên cîhanê tine kir.

Luthard ragihand, wan çalakî bi 35 kesan pêk anîne û diyar kir, mirovên li derdorê ewilî tirsiyane, lê belê gava pê hesiyan ku armanca wan tenê protestokirin e, di nava xwe dest bi nirxandin û nîqaşê kirine.

Rayedarên polîsê Kantona Ûrî jî, ji ber ku çalakiyek bê destûr hate kirin, dest bi lêpirsînê kirin.