Bûlgarîstanê Sefîra xwe ya li Enqereyê vekişand

Hikûmeta Bûlgarîstanê, Sefîra xwe ya bilind a li Enqereyê Nadejda Neynskî vekişand.

Li gorî nûçeya AFP'ê, Bûlgarîstanê bang li Sefîra xwe ya bilind a li Enqereyê Nadejda Neynskî kiriye.

Li gorî nûçeyê, hikûmeta Bûlgar destwerdana Tirkiyeyê ya li hilbijartinên meha Adarê yên li Bûlgarîstanê weke sedema vê biryarê dibîne.

Ji Wezareta Karên Derve ya Bûlgarîstanê heta niha der barê mijarê de ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Di nûçeya AFP'ê de hat ragihandin, Wezareta Karên Derve ya Bûlgarîstanê di hefteya bihurî de bang li Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê li Sofyayê Suleyma Gokçe kiriye, ji ber ku destek daye partiya Tirk DOST.

Hikûmeta Bûlgar di heman demê de nerazîbûn nîşanî Enqereyê da, ji ber ku 60 hezar welatiyên Bûlgar ên li Enqereyê teşwîq kiriye ku di hilbijartinên giştî yên meha Adarê de dengê xwe bidin partiya DOST. Hat destnîşankirin, ku ev yek jî weke 'destwerdana yekser a li karên navxweyî yê Bûlgarîstanê' tê dîtin.

Partiya DOST a ji aliyê Tirkên li Bûlgarîstanê ve hatiye avakirin, ji AKP'ê piştgiriyê dibîne. Ev partiya navborî hewl dide ji benda ji sedî 4'an derbas bibe.