Buhayê petrolê dîsa zêde bû

Buhayê petrolê gihîşt asta herî bilind a 4 salên dawî. Tê gotin biryara DYA'yê ya pêkanînên li ser Îranê bandorê li buhayê petrolê dike.

Buhayê warîla WTI ku yek ji cûreyên petrola xav e, doh li borsa New York Mercantîle Exchange bi 2 dolar û 5 centan zêde bû. Buhayê warîla petrola WTI dawiya rojê bû 75 dolar û 30 cent. Bi vî rengî gihîşt asta herî bilind a ji Mijara sala 2014'an û vir ve.

Tê payin ku zêdebûna buhayê petrolê bidome. Ji ber pêkanînên DYA'yê yên li ser Îranê, tê gotin ku daxwaza ji bo ptrolê wê hilberîn û firotina petrolê kêm bibe û ev yek jî bandorê li zêdebûna buhayê petrolê dike.

Buhayê warîleke petrolê di salên 2015-2016'an de ji 100 dolarî daketibû 25 dolaran. Van du salên dawî buhayê petrolê zêde bû. Tê payin ku buhayê warîleke petrolê dîsa bigihêje 100 dolarî.

Zêdebûna buhayê petrolê wê bi giranî li hilberînerên mezin ên petrolê yên weke Rûsya û Erebîstana Siûdî were.

Zêdebûna buhayê petrolê wê ji bo Hîndîstan, Çîn, Tirkiye û endamên Yekîtiya Ewropayê ku ji aliyê enerjiyê ve bi derve ve girêdayî ne, rê li ber maliyeteke zêde veke.