Bombardûmana Îsraîlê ya li ser Xan Yûnûsê dewam dike

Bombardûman Îsraîlê ya li ser Xan Yûnûsê dewam dike ku hatiye dorpêçkirin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî 425 hezar kes ji ber şer xwe li vî bajarokî girtine ku nifûsa xwe 88 hezar kes e.

Artêşa Îsraîlê ku ji destpêkirina êrîşa li ser Xezeyê û vir ve windahiyên herî giran vê hefteyê da, di demekê de ku bi Hamasê re hevdîtinên agirbestê yên 'cidî' têne kirin, bombeyan li herêma Xan Yûnûsê ya stratejîk dibarîne.

Li gorî şahidan, serê sibeha Çarşemê bi helîkopterên leşkerî yên Îsraîlê bombe li derdora Xan Yûnûsê hate barandin.

Saziyên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ragihandin ku li Xan Yûnûsê şer giran bûye û artêşa Îsraîlê fermaneke nû ya veguhastinê daye. Neteweyên Yekbûyî jî diyar kir ku êrîşan bandor li hin herêmên vî bajarokî kiriye ku 425 hezar kesî ji ber şer xwe lê girtine, ku nifûsa xwe 88 hezar kes e.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) xemgîniya xwe ya ji ber 'felaketa' li nexweşxaneyên li bajêr anî ziman.

Di destpêka hefteyê de li Xan Yûnûsê 21 leşkerên artêşa Îsraîlê hatibûn kuştin. Bi vî rengî ji destpêka operasyona bejahî û vir ve hejmara leşkerên Îsraîlê yên hatin kuştin gihîşt 221 kesî.