Bolîvyayê kir nekir nekarî xwe bigihîne okyanûsê

Şîlî û Bolîvya ku du welatên Başûrê Amerîkayê ne, li ser mijara okyanûsê ev 134 sal in xwe li hev radikişînin. Di encamê de Şîlî bi ser ket.

Welatê Bolîvya, tevî ku peravên xwe nîne, hêza xwe ya deryayî heye. Piştî ku sala 1884'an herêma Tarapacayê ji dest da, ji deryayê bêpar ma. Ji bo careke din xwe bigihîne deryayê, serî li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (UAD) da ku saziya herî bilind a dadgeriyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ye.

Dadgerên UAD'ê ku li bajarê Lahey ê Hollandayê ne, hikum dan ku di mijara mafê xwegihandina deryayê de Şîlî ne mecbûr e ku danûstandinan bi Bolîvyayê re bike. Ev biryar bi dengê 12 dadgeran hate dayin. 3 dadger jî li ber rabûn.

134 SAL IN LI HEV NAKIN

Ev mijara ku ji bo serokdewletê sosyalîst ê Bolîvyayê Evo Morales gelekî girîng e, beriya bi 134 salan dest pê kir.

Sala 1879'an di Şerê Pasîfîk de ku Bolîvya û Perûyê li dijî Şîlî şer kirin, Şîlî bi ser ketibû. Şer, pştî ku Şîliyê herêmên Tarapaca û Antofagasta dagir kir, dest pê kiribû. Piştî ku Şîlî di şer de bi ser ket, Bolîvya ji herêmên herî girîng ên pravên Okyanûsa Pasîfîk bêpar mabû.

Tevî ku peravên xwe yên deryayê nîne jî Bolîvya xwedî hêza deryayî ye û ev hêza wê li golên li nava welêt e.