BM: Li peravên Lîbyayê 40 koçber mirin

Komîseriya Bilind a Koçberan a NY’yê ragihand ku li peravên Lîbyayê di encama noqîavêbûna keştiyeke ku koçber li nav bûn, derdorî 40 koçber an mirine an jî winda bûne.

Berdevkê Komîseriya Bilind a Koçberan Charlîe Yaxley li ser hesabê Twîtterê daxuyaniyek da û ragihand ku li peravên Lîbyayê keştiyek noqî avê bûye û hejmareke zêde kes winda bûne û got: “Agahiyên pir bi tirs hatin.”

Berdev got: “Derdorî 60 kes hatin rizgarkirin û derbasî peravê kirin. Bi kêmanî 40 kes jî tê texmînkirin an mirine yan jî winda bûne.”