Biryara efûyê ya dîktorê berê Fûjîmorî hate betalkirin

Dadgeha Bilind a Perûyê, biryara efrûyê ya di derbarê dîktatorê berê Alberto Fûjîmorî de derxistibû betal kir û demildest fermana girtinê da. Hema piştî biryarê rakirina Fûjîmorî ya beşa lezgîn a nexweşxaneyê bal kişand.

Piştî biryara Dadgeha Bilind a 3’yê Cotmehê roja Çarşemê çend saetan Serokkomarê Berê Alberto Fûjîmorî rakirin nexweşxaneyê.

Dadgehê biryara efûya Fûjîmorî betal kir û demildest biryara girtina wî da.

Dîktatorê berê yê 80’ê salî, rakirina nexweşxaneyeke ya li paytext Lîma, hate ragihandin ku pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê hene. Parêzer Mîgûel Perez ji bo berdana muwekîlê xwe du serlêdan kirin. Serlêdana yekem li dijî betalkirina biryara dadgehê bû, ya duyemîn jî heta encambûna biryarê domandina berdana muwekîlê wî ye.

Fûjîmorî yê ji sala 1990’î heta 2000’an li ser desthilata Perû yê bû, sala 2009’an de 25 sal ceza lê hate birîn. Di Kanûna 2017’an de Serokkomarê Demê Pedro Paplo Kûczynskî biryarekî bi nakok da, ji bo Fûjîmorî efû derxist. Li ser vê biryarê li Perû yê kirîza siyasî derket.

Fûjîmorî bi taybet di dema şerê li dijî tevgera gerîla ya Rêya Ronahiyê, bi fermanên qetlîamên sala 1991 – 1992’an hate dadgehkirin. Rêxistina Zelalkirinê ya Navneteweyî bi rapora sala 2004’an parvekirî Fûjîmorî xistibû nava rêza navên serok dewletên berê yên herî nelirêtî yên 25 salên dawî de.