Bîlançoya Xezzeyê giran dibe: Herî kêm 52 kes mirin

Piştî ku Quds weke paytexta Îsraîlê hate naskirin û şûnde, di mudaxeleya li hemberî Filistîniyên ku veguhestina Sefaretxaneya DYA’yê ya herêmê protesto bikin de, herî kêm 52 kes mirin, bi hezaran jî birîndar bûne.

Beriya vekirina Sefaretxaneya DYA’yê ya li Qudsê, li Şerîda Xezze ya di bin kontrola Hamasê de ku bi sînorê Îraîlê ve ye,di xwepêşandanên tevahiya rojê dom kir de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan. Li gorî artêşa Îsraîlê herî kêm li 13 nuqteyan xwepêşandan hatin lidarxistin, di van xwepêşandanan de ‘serî li şidetê’ hatiye dayîn.

Çalakiyên ku bi deh hezaran Filistînî beşdar bûn de, di encama mudaxeleya tund a hêzên ewlekariya Îsraîlê bi dehan kes mirin, hejmara kuştiyan herî kêm gihişte 52’an. Di şerê li xeta sînor de jî herî kêm 2 hezar û 400 kes jî birîndar bûne.

Piştî ku Serok Dewletê DYA’yê Donald Trûmp biryar da ku sefaretxaneya xwe veguhezin Qudsê û şûnde, ji 30’ê Adarê û vir ve li Xezzeyê di xwepêşandanên hatin lidarxistin de hetan iha hejmara welatiyên Filistînî yên ku jiyana xwe ji dest dane gihişte 94’an.