'Bila rola RWE ya di helandina qeşayê de bê lêkolîn'

Dadgeriya Elman mohra xwe danî binê gaveke nû û serlêdana cotkarekî ji Perû qebûl kir ku ev cotkar, ji helandina qeşa li Çiyayên Andê şîrketa enerjiyê ya RWE berpirsyar dibîne.

Bi biryareke ku li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Hammê hate wergirtin re wê bê lêkolîn ku şîrketa enerjiyê RWE ya ku li Elmanyayê ji belavkirina gaza serayê rola xwe zêde tê dîtin, di helandina qeşa li Başûrê Amerîkayê berpirsyar e yan na. 

Cotkar Saûl Lûcîano Llîûya yê li herêma Ancash a li bakurê Perûyê dijî, doz li şîrketa RWE ya Elman vekir û dadgehê ev serlêdan qebûl kir. Dadgeh dixwaze sedemên guhertina avheway3e bê lêkolînkirin. Dadgehê biryar da, şîrketa ku li Perûyê qet santraleke xwe ya komirê nîne, di helandina qeşa li Çiyayên Andê de rola xwe heye yan na.

Qebûlkirina dozê ji aliyê dadgehê ve weke bersivek li bendewariyên 'edaleta avhewayê ya global' tê şîrovekirin.

Cotkar Saûl Lûcîano Llîûya yê li bakurê Perûyê dijî, dibêje ku ji ber helandina qeşa li Çiyayên Andê, xeterî heye ku av li bajarê Hûarazê biqewime. Llîûya destnîşan dike ku ji helandina qeşayê, di serî de RWE santralên enerjiyê yên li welatên din ên cîhanê berpirsyar in ku atmosferê gemarî dikin.

Llîûya di serlêdana xwe de dixwaze ku şîrketa RWE maliyeta tedbîrên li dijî lehiya li bajarê Hûarazê ji ber helandina qeşayê rû bide, bigire ser milê xwe. Her wiha ji bo mala wî jî di binê avê de nemîne, dixwaze mesrefek ji 6 hezar Euro were dayin.