Biden xatir xwest: Li DYE’yê olîgarşiyek ava dibe

Serokê DYE’yê Joe Biden axaftina xatirxwestinê kir û destnîşan kir, ku Emerîka ji aliyê “olîgarşiyek’ ve tê desteserkirin.

Biden di axaftina xatirxwestinê de fikarên xwe yên desteserkirina Emerîkayê ji aliyê olîgarşî ve anî ziman û Serokê nû Donald Trûmp û milyardarên teknolojiyê yên ku li pişt wî ketine rêzê hedef nîşan da.

Biden ê ku li Ofîsa Oval nêzî 20 deqeyan axivî û got, “Ez dixwazim welêt li ser hin mijarên ku min gelek dixe nava fikaran hişyar bikim.”

Demokratê 82 salî got, "Ev hêz di destê hejmareke gelekî kêm a mirovên pirdewlemend de ye, ji ber ev hêz bi awayekî bêy kontrol tê bikaranîn, wê encamên xetere bi xwe re bîne.”

OLÎGARŞIYEK AVA DIBE

Biden ê ku dibêje “Li Emerîkayê olîgarşiyek teşe digire” diyar kir ku ev yek ji bo demokrasiya Emerîka û mafên bingehîn ên azadiyê “gefek mezin” çêdike.

Mebesta Joe Biden ji van axaftinan milyarder Donald Trûmp û patronên dewlemend ên teknolojiyê Elon Mûska û hwd. e.

Joe Biden, qala derketina "kompleksek teknolojî-pîşesazî" ya hêzek mezin kir.

SÊ KESÊN XWEDÎ DEWLEMENDIYEKE MEZIN

Li gorî NBC’ê, sê kesên navdar û dewlemend Elon Mûsk, Jeff Bezos û Mark Zuckerberg dê roja Duşemê beşdarî merasîma Donald Trump bibin.