Bicihatina armancên li ser germahiya global zehmet e
Danûstandinên welatên Peymana Hawirdore ya Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFCCC), li Bonnê dewam dike. Ev bajar wê di meha Mijdarê malovaniyê ji konferansa avhewayê COP23 re bike.
Danûstandinên welatên Peymana Hawirdore ya Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFCCC), li Bonnê dewam dike. Ev bajar wê di meha Mijdarê malovaniyê ji konferansa avhewayê COP23 re bike.
Danûstandinên li ser avhewayê yên li bajarê Bonn ê Elmanyayê roja Duşemê dest pê kirin, dewam dikin. Ji ber ku têkoşîna li dijî germbûna global nebûye polîtîkaya dewletê ya dewletên mezin, bi taybetî DYA, Rûsya û Çînê, bicihhatina armancên di vî warî de hatine destnîşankirin, zehmet dixuye.
Danûstandinên welatên Peymana Hawirdore ya Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFCCC), li Bonnê dewam dike. Ev bajar wê di meha Mijdarê malovaniyê ji konferansa avhewayê COP23 re bike. Ji ber ku di danûstandinan de gelek saziyen lobî hene, nîqaş derdikevin. Polîtîkayên rêveberiya nû ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) jî weke pirsgirêkek cidî li holê ye.
Ji ber ku nayê zanîn, bê DYA Peymana Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi cih bîne yan na, ya jî di kîjan astê de xwedî lê derkeve, fikarên li ser asta xetere ya germahiya global zêde bûn.
RÊJEYA CO2 A LI ATMOSFERÊ, DI ASTA HERÎ BILIND A 2 MÎLYON SALAN DE YE
Li gorî daneyên ji aliyê Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ve hatin weşandin, germahiya global di sala 2016'an de gihîşt asta herî bilind a piştî şoreşa pişesaziyê. Li gorî sala 1880'ê bi 1,1 pileyî zêde bû. Li gorî van daneyan, ku sala 2015'an rekor şikand, bi qasî 41 mîlyar ton karbondîoksît (CO2), li cîhanê hatiye belavkirin. Tevî ku ev lez hatibe lawazkirin jî, ev rêje gihîştiye asta herî bilind a heta roja îro.
Li gorî daneyên di 5'ê Gulanê de ji aliyê Daîreya Atmosfer û Okyanûsê ya Amerîka (NOAA) ve hatin weşandin, rêjeya CO2 a li atmosferê giştîye 410 partîkul di 1 mîlyonî de. Ev jî tê wê wateyê ku rêjeya herî bilind a 2 mîlyon salên dawî ye.
BICIHHATINA ARMANCA KÊMKIRINA GERMA GLOBAL ZEHMET E
Ji bo kêmkirina germbûna global, di Civîna Bilind a Avhewayê COP21 de, ku li paytexta Fransa Parîsê di sala 2015'an de hate lidarxistin Peymana Avhewayê hate amadekirin û welatên endamên NY mohra xwe danîn binê vê peymanê. Lê belê li gorî daneyên dawî û helwesta welatên mohra xwe danîne binî, zehmet e armancên di vê peyamên de hatine destnîşankirin, bicih werin anîn. Li gorî vê peymanê, armanc ew bû ku germbûna global li gorî rêjeya sala 1880'ê di asta 1,5 an jî 2 pileyî bê bisînorkirin.
Di serî de delegasyonên beşdarî danûstandinên li Bonnê dibin, tê gotin ku êdî kesek qala armanca 'rêjeya 1,5 pileyî' nake û bicihhatina armanca 2 pileyî jî êdî zehmet e.
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ GERMBÛNA GLOBAL NABE POLÎTÎKAYA DEWLETÊ
Ji bo armancên hatine diyarkirin bicih werin anîn, welatên bûne aliyekî vê peymanê divê sozên xwe 'bê kêmasî' bi cih bînin. Lê belê têkoşîna li dijî germbûna global hê nebûye polîtîkaya dewletê ya gelek welatan. Lewma fikar zêde dibin. Peymana ku ji aliyê serokê berê yê DYA Barack Obama ve hate qebûlkirin, tê zanîn ku ji aliyê rêveberiya nû ya Donald Trûmp ve nayê qebûlkirin.
Di heman demê de girêdana Rûsyayê bi enerjiya fosîl û nêzîkatiya bi heman rengî ya Çîn û Hîndîstanê, dibe sedem ku fikarên li ser bicihhatina armancên peymanê, zêde bibin.