Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Bi tevlêbûna serokên dewletan wê Aûschwîtz were bibîranîn

Salvegera 75’emîn a rizgarkirina Aûschwîtzê ya ku sembola Qirkirina Cihûyan e, wê bi beşdariya serokên gelek welatan were bibîranîn. Wê serokên DYE, Rûsya û Fransayê jî tevlî vê bibîranînê bibin.

Di dema şerê cîhanê yê yekemîn de di Qirkirina Cihûyan (Holocaûst) de 6 milyon kes hatibûn kuştin. Milyonek kes li Kampa Aûschwîtz’ê ya di nav sînorên Polonyayê de hatibûn kuştin. Bi wesîleya salvegera 75’emîn a rizgarkirina vê kampê wê li bajarê Qudisê ya Îsraîlê bibîranînek were lidarxistin.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî wê tevlî vê bibîranînê bibe.

MELAVA JI BO CANGORIYÊN BERXWEDANA LENÎNGRADÊ

Li ser navê DYE’yê alîkarê serok Mîke Pence û li ser navê Fransayê jî wê Serokkomar Emmanûel Macron tevlî bibîranînê bibin. Wê bibîranîn di 23’ê Çileyê de were lidarxistin.

Bi wesîleya bibîranînê wê ji bo 800 hezar cangoriyên Berxwedana Lenîngradê melavek jî were vekirin.