Bi sed hezaran kes li Iraqê daketin qadan

Li Iraqê demê ku xwepêşanderan ji bo hikûmetê diyar kiribû bi dawî bû, îro bi sed hezaran kes herikîn qadan.

Li Iraqê xwepêşandanên 1’ê Cotmehê di serî de li paytext Bexda bajarên mîna Necef, Kerbela, Besra, Mûssena, Mîssan, Dîvaniye, Nasiriyeû û Vasit ên dikevin başûrê Iraqê ku piranî Erebên Şîa lê dijîn îro kete qonaxeke nû. Demê xwepêşandanan a ku ji bo hikûmeta dabû ku hikûmeteke nû ya teknokrat ava bikin, dîsa ketina hilbijartineke pêşwext û darezandina kesên  xwepêşander qetilkirîn a sê rojan bi dawî bû.

RÊ LI TRAFÎKÊ HATE GIRTIN

Xwepêşander ji bo daxwazên wan bi cih nehatine, îro ji saetên sivê ve di serî de li Bexda, Besra, Kerbela, Zîkkar, Mussenna, Mîssan, Dîvaniye, Nasiriyê, Babil, Rûmese û Semave bi sed hezaran kes daketin qadan.

Xwepêşanderan rêyên navbajar û derveyî bajar li trafîkê gitin. Dîsa rêyên navena Bexdayê, pir, rêyên sereke yên Bexda bi bajarên başûr ên Iraqê ve dide girêdan girtin.

Li Bakûbayê xwepêşanderan Pira Cûhûrî girtin. Li aliyê din rêya serke ya ku Dîvaniye-Babîl bi hev ve dide girêdan jî hatiye girtin.

KUŞÎT Û BIRÎNAR HENE

Di xwepêşandanên li paytext Bexdayê hatin kirin de 2 kes mirin, 14 jê serpel 74 kes jî ji ber bombeyên gazê birîndar bûne.

Li bexdayê xwepêşandanên li dijî hikûmetê dewam dikin. Xwepêşander îro jî li Qada Tehrîr û derdorî wê kom bûn.

Di xwepêşandanên serê meha Cotmehê û vir ve nêzî 500 kes mirine, 25 hezar kes jî birîndar bûne. Ji ber zexta zêde ya xwepêşanderan di meha Kanûnê de Serokwezîr Adilebdul Mehdî neçar ma ku îstifa bike. Ev bû yekem serketina çalakvanan, daxwaz lê bi cih nehatin.

Çalakvan daxwaz dikin ku hilbijartina giştî dîsa hiqûqa hilbijartinê bi reformekê re bê derbaskirin, serokwezîreke serbixwe bê nîşandan, dawî li dizî û gendeliyê bê anîn