Bi ruhê muzîka Kurdî dilîzin

Muzîkologê Kurd Veysî Varli bal kişand ser stranên ku zimanê xwe bi Kurdî ye lê ruhê xwe ne Kurdî ye û got, "Gelek ji wan dibêjin ku muzîka Kurdî çêdikin, lê ya ku dikin muzîka rojavayî ye. Ji ber ku muzîka Kurdî xwedî meqamekê ye."

Muzîkologê Kurd Veysî Varli diyar kir, ku gewriya gelek hunermendên jin ên Kurd ne bi melodiya tilîliyan e, ji ber ku gewriyeya wan li gorî muzîka rojavayî eyar bûye. Varli xwedîderneketina li muzîka Kurdî rexne kir.

Muzîkologê Kurd Veysî Varli ji ANF'ê re axivî û qala dizîtina awazên Kurdî kir. Varli awazê gelekî bi rîtm, melodî, hêmanên cografî û civakî tê pîvandin û anî ziman, dema ku mirova bala xwe didi ser gelek stranên ku gotinên Tirkî li ser hatine bicihkirin, dibînin ku ji aliyê rîtm, melodî û deng ve muzîka Kurdî ye. Varli destnîşan kir ku ev rastî ji aliyê zanistî ve nikare bê înkarkirin.

Li ser muzîka Kurdî Varli got, "Muzîka Kurdî di pêvajoya dîrokî de bi bandora aborî, polîtîk, civakî, cografî û avhewayê ew muzîka bi Kurdî tê gotin e. Awazek li Elmanyayê bê amadekirin bivê nevê wê bêhna civak û cografya Elman jê bê. Mirovekî li Wan an jî Amedê mezin bûbe, çi dike bila bike wê nikaribe hestên civaka Elman vebêje. Ji ber vê yekê em ji bo muzîkê dibêjin, 'wêneyê tê dîtin, dengê tê bihîstin'."

XWEDÎ LI AWAZA KURDÎ DERNAKEVIN

Varli xwedîderneketina li awaz û muzîka Kurdî rexne kir û got, "Mînak, li Zanîngeha Şirnexê sempozyûmek li ser dengbêjî û çandê hate lidarxistin û pirtûkek li ser wê hate amadekirin Di vê pirtûkê de rabûne muzîka Kurdî bi Çînê ve girê dane. Ev nêzîkatiya herî ehmeqane ya dinyayê ye. Yek jî rabûye pirtûkek bi navê 'Şaqarên Kurdî' derxistiye. Şaqar ji 'xuşîniyê' tê, lê di Kurdî de gotineke wiha nîne. Di Kurdî de 'stran' heye. Yek ji sedema nenîqaşkirina van berhemên hatine dizîn ew e ku xwedî lê nayê derketin. Gelek Kurd hene ku tevî zanin ew stran bi Kurdî ye radibe bi Tirkî distirê."

HER STRANA BI KURDÎ GELO MUZÎKA KURDÎ YE?

Varli bal kişand ser stranên bi zimanê Kurdî tên gotin lê ruhê xwe ne li gorî muzîka Kurdî ne û got, "Ez fêhm nakim ku stranên bi vî rengî çima di qenalên me yên Kurdan de tên weşandin. Gelek hunermendên kurd jê heye ku muzîka Kurdî dikin, lê belê ya ku dikin muzîka rojavayî ye. Meqamê muzîka Kurdî heye, lê belê muzîka rojavayî tonalîte ye."

Muzîkologê Kurd Veysî Varli diyar kir, ku gewriya gelek hunermendên jin ên Kurd ne bi melodiya tilîliyan e, ji ber ku gewriyeya wan li gorî muzîka rojavayî eyar bûye.