Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Bi roketan êrîşî baregeheke Emerîka ya li Iraqê hate kirin

10 roket li baregeheke leşkerî ya Emerîka ya nêzî paytexta Iraq Bexdayê ketin.

Li gorî daxuyaniya rêveberiya leşkerî ya Iraqê, roja Çarşemê 10 roket li baregeha Tacî ya artêşa Iraqê ya ku leşkerên Emerîkî lê dimîne ketine.

Di êrîşê de kuştî û birîndar nînin, ziyanên madî jî ne çêbûne. Ji meha Cotmehê û vir ve li hemberî deskeftiyên Emerîka 22 êrîş pêk hatîne.

Ji berî niha di êrîşa li hemberî hêzên Emerîkî yan de erkdarek Emerîkî û leşkerek Iraqî hatibûn kuştin. Tu kesê êrîş negirtibû serxwe, lê belê Washîngton ê komên aligirê Iranê berpirs nîşan dabû.