Bi roketan êriş li baregeha leşkerî ya li Bexdayê hate kirin
Li paytexta Iraq Bexdayê çar roket li baregehek leşkerî ya li nêzî balafirgehê ketin û di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Li paytexta Iraq Bexdayê çar roket li baregehek leşkerî ya li nêzî balafirgehê ketin û di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Çavkaniyên ewlekariyê ragihandin, ku 6 kesên ji hêza bijarte ya artêşa Iraqê birîndar bûn ku ji yekîneyên antî terorê bûn û ji aliyê DYE'yê ve hatibûn perwerdekirin. Hate ragihandin ku rewşa du ji birîndaran girane.
Tê îdîakirin ku êrişa bi roketan ji aliyê hêzên çekdar ên alîgirê Îranê ve hatiye kirin. Hêzên Haşd el Şabî yên ji aliyê artêşa Îranê ve hate fînansekirin û perwerdekirin bi rengekî fermî tevlî artêşa Iraqê bûne.
Tê gotin ku serê sibehê dema êriş hate kirin leşker û dîplomatên Emerîkî jî li baregehê bûn.
Di nava şeş hefteyên dawî de cara nehemîne ku li dijî leşkerên Emerîkî yan jî Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê ve êriş tên kirin. Heta niha kesî berpirsyariya êrişê nedan ser milê xwe, lê belê Washîngton bi giranî balê dikişîne ser hêzên Iraqî yên Îran piştgiriya wan dikin.
Êrişa dawî jî di demeke welê de hate kirin ku tê gotin DYE wê ji 5 heta 10 hezar leşkerên din li dijî Îranê bişîne Rojhilata Navîn.