Bi hezaran kes li Êlihê meşiyan: Bê Serok jiyan nabe!

Li Êlihê bi hezaran kes li dijî desteserkirinê meşiyan. Ciwanên ku bi keviran bersiv dan êrîşa polîsan azadiya Serok Apo qirîn

Li Êlihê bi hezaran kes li dijî tayînkirina qeyûm meşiyan. Girse li xaçerêya basinê li hev civiyan. Hevserok, serok û nûnerên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Sosyalîsta a Bindestan, Partiya Şoreşger, Partiya Herêmên Demokratîk, Partiya Jinûve Rizgarî ya Sosyalîst, Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîst, Malên Gel, Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), Partiya Mirov û Azadiyê (PIA), Federasyona Elewiyên Bektaşî, Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal,  Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û sendîkayên girêdayî vê. Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Platforma Azadiya Civakî, Federasyona Meclîsên Sosyalîst, Partiya Kedê (EMEP û HDP jî tevlî çalakiyê bûn.

Girseya ku ber bi Rêxistina DEM Partî ya Êlihê ve dest bi meşê kirin, dirûşmeyên  “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.

Ciwanan li dijî polîsên ku bi gaza îsotê û ava şîd êrîş kirin, li ber xwe dan.