Bi germa global re nexweşî û vîrûs belav dibin

Tê gotin, bi germahiya global re pêşûyên li Asya û Afrîkayê diçin welatên rojava û nexweşiyên şewbê lê belav dikin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Fransayê ku çend roj berê hate dayin, cûreyê pêşû yê bi navê 'pêşûya pilind' li 42 ji 101 bajarî hatine dîtin. Ev cûreyê ku vîrûsan belav dike, kirmikên xwe dixe kortikên avê û bi vî rengî zêde dibe. Ji ber vê yekê pêşniyar tê kirin ku bi taybetî kortikên avê yên li hewşê bên paqijkirin.

Daxuyaniyeke din a bi heman rengî ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ve hate dayin. Li gorî lêkolîneke li DYA hate kirin, vîrûsên Iyme, Nîl a rojava, Zîka û Rocky Mountain Spotted Fever (RMSF) ku pêşû wan belav dikin, salên dawî zêde bûne.

Li gorî lêkolîna li ser dema navbera 2004-2016'an, pêşû, qijnî û cûreyên din ên hûrmêşan di nava 12 salan de 642 hezar kes bi nexweşiyê xistine. Li gorî rapora bi navê Vital Signsê, hejmara mirovên bi van nexweşiyan ketin sala 2004'an bi giştî 27 hezar bûn, lê ev hejmar sala 2016'an bû 96 hezar.

Di raporê de hate ragihandin ku gelek nexweş ji rayedaran re qala nexweşiya xwe nakin, lewma hejmara rastî ya mirovên bi şewbê ketine zêdetir e.

Tê gotin ku belavbûna pêşû, qijnî û cûreyên din ên hûrmêşan bi giranî ji ber germahiya global e.