‘Bi êrîşên sîber bi milyonan dolar bi dest Koreya Bakur ve anîn’

Hate gotin hackerên ku li hemû cîhanê ji benqeyan bi sedan milyon dolar şelihandin têkilî rêveberiya Koreya Bakur in.

Di demeke wiha de ku tê payin Wezîrê Karê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Duşemê serdana Koreya Bakur bike, şîrketa ewlehiya sîber a navdar a  Amerîkî got hackerên navborî bi fermana rêveberiya Pyongyanê dixebitin.

Di daxuyaniya şîrketa FîreEye de ku li ser qada ewlehiya zanîn teknolojiyê dixebite, got, koma hacker a bi navê APT38 têkilî rêveberiya Pyongyangê ye. Di daxuyaniyê de hate gotin APT38 têkilî operasyonên dî yên sîber in ku Koreya Bakur ‘ferman’ daye û bi êrîşên sîber bi milyonan dolar bi dest Payongyangê ve anîne.

Ev îdîaya li ser Koreya Bakur beriya niha hikûmeta DYA’yê jî gotibû û her wiha hatibû gotin vîrûsa bi navê WannaCry ku par li hemû cîhanê hatibû bikaranîn bi alîkariya hackerên ji Koreya Bakur berbelav bûye.

Par Gulanê bi vê êrîşa sîber li 150 welatî kompîtir bloke bûbûn. Di nav van de nexweşxaneyên Brîtanya, şîrketa navdar a otomoatîkê ya Fransayê Renault, şîrketa rêya hesin a Elman Deutsche Bahn û ji Spanya jî şîrketa Telefonîce hebû.

Hikûmeya Koreya  Bakur jî li derewê qelibanbû û gotibû ew ji êrîşa WannaCryê ne berpirs in..