Bi deh hezaran mamoste li DYA daketin qadan

Bi deh hezaran mamosteyên ku li gorî gelek eyaletên DYA bi heqdestekî kêm tên xebitandin daketin qadan.

Mamosteyên li eyaletên Arizona û Colomardo yên li rojavayê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), ji bo mûçeyekî baştir dest ji kar berdan. Li gorî çapemeniya Amerîkayê bi deh hezaran mamosteyan dest ji kar berdan.

Ji ber çalakiya mamosteyan, ji dibistana seretayî heta lîseyê, herî kêm 1,4 milyon xwendekar bê ders man.

Waliyê Arizonayê Doug Ducey piştî çalakiya mamosteyan daxuyaniyek da û got, herî kêm 20 ji sedî wê heqdestên mamosteyan bê zedekirin.

Mamosteyên li eyaletên Arizona û Coloradoyê, li gorî mamosteyên li eyaletên din bi heqdestê 20 ji sedî kêm dixebitin. Mûçeyên mamosteyan li gelemperiya DYA salane 60 hezar dolar e, lê li Arizonayê 48 hezar, li Coloradoyê jî 54 hezar e.

Mamosteyan bi giranî li Virginia û Oklahamayê çalakî kirin. Çalakî bi giranî li eyaletên ku ji aliyê Partiya Komarger ve tên birêvebirin hatin kirin. Waliyên ji Partiya Komarger, piştî krîza aboriyê ya sala 2008'an li qada perwerdeyê budçe gelekî kêm kiribûn.