Bi deh hezaran kes li Macarîstanê li dijî Orban meşiyan

Li paytexta Macarîstan Bûdapeşteyê, bi deh hezaran kes li dijî lîderê mûxafazakar Vîktor Orban meşiyan, ku Orban di hilbijartina hefteya bihurî de ji nû ve hate hilbijartin.

Yekşema bihurî li Macarîstanê ku nifûsa xwe 10 milyon e hilbijartin hatibû kirin û di encamê de partiya Fidesz (Yekîtiya Welatiyên Macar) a bi serokatiya Viktor Orban 49,9 ji sedî yê dengan standibû û maf bidestxistibû ku ji bo cara sêyan hikumetê ava bike. Li gorî agahiyên fermî, di hilbijartina 8'ê Nîsanê de, Fideszê li Meclîsa Macar a ji 199 endaman pêk tê, 134 endam bi dest xist.

Lê belê nerazîbûna li hilbijartinê dewam dike. Li Macarîstanê ku yekemcar e 'sîstema herêma teng' a hilbijartinê lê bi cih hate anîn, beşeke mezin a civakê di we baweriyê de ye ku Orban ji bo karibe bi ser bikeve bi sîstema hilbijartinê lîstiye.

Êvara Şemiyê li paytext Bûdapeşteyê bi dirûşma "Em piranî ne, Orban bicehime" xwepêşandaneke mezin a girseyî hate lidaxistin. Zêdeyî 100 hezar kes tevlî bûn û çalakgeran xwestin ku deng ji nû ve bên jimartin.

Cara yekê ye ku li welatekî Yekîtiya Ewropayê piştî hilbijartinê xwepêşandeke wiha ya protestoyî tê kirin. Hemû hêzên ku di wê baweriyê de ne ku Orban ê dijberê Îslamê û koçberan dewleta hiqûqê qedandiye, tevlî xwepêşandana dawî bûn. Ji amadekarên xwepêşandanê xwendekar Ors Lanyi diyar kir ku sîstema Orban wê çar salên din dewam neke û bi çalakiyên sivîl ên girseyî dikarin hilweşînin.

Çalakiya ku bi banga sendîka û rêxistinên civakî yên sivîl hate kirin, li meydana dîrokî ya li pêşberî avahiya meclîsê qediya. Di çalakiyê de her wiha banga 'alîkariya lezgîn' li Yekîtiya Ewropayê hate kirin.

Ji bo destek ji xwepêşandêrên li Bûdapeşteyê re bê dayin, li paytexta Îngilîstan Londonê û li bajarê Krakau yê Polonyayê jî xwepêşandan hatin lidarxistin.