Bêrîtan Cûdî: Serketin di çalakiyên gerîla de ye

Endama Koordînasyona PAJK'ê Bêrîtan Cûdî got, "Li gel vê bombardûmanê xwe gihandibin ser hin giran jî, ev yek serketin nîne. Serketin di çalakiyên gerîla de veşartî ye."

Endama Koordînasyona PAJK'ê Bêrîtan Cûdî diyar kir, ku li gel keşfê, balafirên şer û termalan jî gerîla şev û roj çalakiyan dikin û got, "Serketin ev e. Mîna ku Seyîd Rizayan gotin; Dijmin dikare bê Kurdistanê, lê nikare bi ser bikeve."

Endama Koordînasyona PAJK'ê Bêrîtan Cûdî beşdarî bernameya 'Rojeva Jinê' ya Stêrk TV û.

Li ser pirsa, “Taybet di ev demên dawî de li Şêladizê, Kobanê û her dawî li Kunemasî êrîşê li ser sîvîlan çêdibe. Gelo hûn ev êrîşên li ser kesên sîvîl çawa dinirxînin?’” Cûdî got, “Niha gava dewleta Tirk dibêje ‘Êrîşên min li ser PKK’ ê ye, ne li hemberî sîvîlan e û bi vî rengî endamekî PKK’ê li ku derê hebe êrîşkirina min heq e’ tê gotin ev bi serê xwe xapandinek û kemîneke mezin e. Gelo endamên PKK’ê di nava bajêr û di nav sîvîlan de be gelo ev heq heye ku bi fuze, roket an kazanan lê bidin? Demên berê şer hîn bêhtir bi exlaq dimeşiya. Gelo em dikarin bibêjin em leşker û polîsan di nav kolaneke tije sivîl de bibînin jî, em ê teqîneke mezin bikin? Di nava şerê me de ev bûyerên bi vî rengî gava bi qezayekê jî çêbiba, rêxistina me li ser wê disekinî û lêpirsîn dida destpêkirin. Ji raya giştî lêborîn dixwest. Lê dagirkeriya faşîzma AKP’ê di nava bajar de, di seyrangehê de, di kêleka gundekî de pir rihet bi balefiran bombebaranê dike. Jixwe sedem çi be jî, di nava şer de kuştina jin, zarok û sivîla sûcekî mezin e. PKK jixwe bûye gel, ew nikarin kesên sivîl û milîtan ji nav hev derxînin. Heke wisa bikin nexwe hemû gelê Kurd kirine hedef.”

KOMKUJIYA LI JINAN POLÎTÎK E

Cûdî li ser ew her sê jinên pêşeng yên li Kobanê hatine qetilkirin jî got ku, “Jixwe berê jî em Tevgera Azadiya Jinê hemu kuştinên li ser jinan, tund û tujiya li ser jin weke qetilkirina polîtîk bi nav dikin. Hesabên wan ê polîtîk di vê derê de heye. Qetlîema ku li Kobanê qewimî jî tê wateya bêtehamuliya li hemberî şoreşa jinê. Heval Zehra û Hebûn nîşaneya pêşengtiya şoreşa jinê ne. Ev jin ne ji bo lêgerîneke ferdî, ji bo azadiya civakê têdikoşiyan. Jixwe hîna di sala 1998’an Rêbertî bal kişand ser gotina Marlyn Olbrayt ku digot ‘Berî her tiştî li jinê bidin’, li beranberî vê gotinê jî Rêbertî got ‘Berî her tiştî jinê rizgar bikin.’ Ji bo di şexsê jinê de civakê tine bikin, ew polîtîkaya qirker ji wê demê heya niha di meriyetê de ye. Îroj jî bi kûçikan êrîşî Rojbîn Çetînê kirin. Çeteyên Erdogan li Efrînê tecawizî jinan kir û cenazeyê wan avêt ser sînor. Di civaka Kurd û bi giştî di Rojhilata Navîn de jin pîroz tê dîtin û dibêjin jin ziyaret in. Jixwe li ser vî tiştî Rêber Apo dibêje ‘Di welatekî de gava ewqas jin were kuştin, ez naxwazim bibim hemwelatiyê wê derê’. Ji ber vê jî pêwîst e hemû jin di şîarên xwe de, di meşan de, di nivîsan de, di daxuyaniyên xwe xwe de bibêjin ‘Erdogan kujerê jinan e.”

'DIJMIN DIKARE SEFERÊ BIKE LÊ EW Ê BI SER NEKEVE'

Di bernameyê de Cûdî, ji bo operasyonên Heftanîn weke dagirkerî girte dest û got ‘‘Bi vê operasyonê dibêjin em ê hêzê gerîla têxin bin kontrolê, lê jixwe 24 saetan bi keşîfên xwe li ser heremê kontrola wan heye. Dîsa dibêjin em vê operasyon li dar dixînin ji bo hêzê gerîla derbasî bakur nebe. Lê di vê mijarî de jî, jixwe ji zû ve seranserî sînorên Kurdistanê hatine girtin. Ev dide diyarkirin ku esas sedem ne ev e ku gerîlayan bikin hedef, ev dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Dixwazin bi lez axa derveyî sînorên xwe derbas bikin û bi vî awayî axa zêde bijin. Dixwazin di sedsaliya Lozanê de bi amadekariyeke mezin guhertinekê bikin.”

Cûdî berxwedana gerîlayan a li Heftanînê jî nirxand û got, “Bi evqas bombeyên kazanê û lêdanan hin giran digirin, lê em nikarin bibêjin ku ev serketin e. Serketina mezin di çalakiyên gerîla de heye. Di bin ev qas keşf, balefir û termalan gerîla şev û roj lê dide, ev serkeftineke mezin e. Di şexsê ew jina ku got ‘Ev der Heftanîn e’ û heta fîşekên xwe yên dawî şer dane meşandin, serkeftin a heval Amara û Zerya ye. Jixwe bi van operasyonanan dijmin dibe hedefa gerîlla. Berê gerîlla bi rojan li pê hedefê digeriya. Niha hedef tê ber lingê gerîla. Îro jî di nava ev operasyonên dijwar de ewqas lêdana gerîla pir bi nirx e. Ji bona wê wek Seyît Rizayan got ‘Dijmin dikare li Kurdistanê seferê bike lê tu carî wê bi ser nekeve.”

Cûdî li ser pêvajoya dawîn jî got ku “Ji bo pêvajo di warê erenî de bi kêrî me were û ji bo neteweya demokratîk bê înşa kirin, bi giştî aramî çê bibe, em bibêjin tenê asteng hikumeta AKP’ye ango tekane asteng hin kesên ajan û hevkarên AKP’ê ne, em ê xwe bixapînin. Yên li pêşya pêvajoyê asteng in ew kesên ku dibêjin ‘Ka em lê binêrin ew ê çi bibe’, û bi vî rengî tiştekî naki, li cîhê xwe sekinîne. Dibêjin ‘Faşîzm nahêle em çavê xwe vekin, loma em nikarin xwe bi rêxistin bikin, ji bona wê em niha sekinîne’ Lê ger ev dema mirov tiştek neke ma ew ê kîngê tiştek bê kirin? Dijmin jixwe her tiştî dike. Mirov tenê ji bo bistrên ketin rojiya mirinê, ji dayîkên 70 salî tirsiyan û xistin zindanan. Em nikarin lomeyan ji dijmin bikin. Ew dijminatiya xwe dike. Ev marîfeta wan e. Lê ya girîng em çi dikin? Em dizanin gelê me dilê wan bi me re ye. Em dizanin li tu parçeyên Kurdistanê ti kes ji dijminê xwe hez nake. Lê beranberê vê çikas em diqîrin, di nava rêxistinê de ne, an di nava çalakiyan de ne, ev girîng e. Taybet ji bo van deman welatparêzî pêwîst e. Di gotin de jî tê dîtin ji bo em welatê xwe biparêzin liv û tevger pêwîst e. Ger em vê demê baş pêşwazî nekin ev dem wê bibe ya dagirkeran. Û em ê her dem di bin dagirkeriyê de bin. Lê ger di van deman de em bi bandor bin em ê di zemanên azadiyê de bijîn. Ji bo vê bila her kes jixwe bipirse ‘Ez çiqas azadîxwaz im, çiqasî li pê jiyana bi wate me? Ji ber vî awayî di vê dema de pêwîstî heye ku bi taybet jî ‘rûmeta min çi ye, wijdan çi ye, nirxê min ê esasî çi ye?’ ev bêne bersivandin. Bila ti kes nekeve nava xemgîniyê. Ev tevger ew ê her dem ser bikeve. Di 12’ê Îlonê de hîna li holê ti tiştek nebû, sibe ew ê çi bihatiba serê me, ne diyar bû lê dîsa jî serkeftin bû ya vê tevgerê. Ma ne ev tevger bû li beranberî DAÎŞ’ê bi ser ket. Piştî bûye tevgereke bi milyonan ew ê her dem bi ser bikeve. Ti împarator û dewlet li beranberî hêza gel nikare xwe li ser pêyan bigire. Ya girîng em vê rastiyê bibînin, bi berxwedanî, bi serhildêrî û bi hêza Apogeriyê em tevbigerin.’’