Belçîkayê biryareke din da: PKK ne rêxistineke terorîst e

Li Belçîkayê Konseya Dozên Biyaniyan li hemberî biryarên şexsî yên kesên biyan serlêdanên temyîzê eleqedar dibe got “PKK ne rêxistineke terorîst e.”

Ji ber sûcdariyên razber ên ku îstîxbaratê kiribû û tu bingeheke wê ya şênber tunebû, hatibû xwestin mafê daxwaza penaberbûna siyasî ya penaberekî were sekinandin. Li hemberî vê biryarê li Konseya Dozên Biyaniyan îtîraz hatibû kirin.

Konseya Dozê got “PKK ne rêxistineke terorê ye, lê ji bo sûcên şer ên dibe ku pêk were berpirsyariya şexsî ji holê raneke.”

Konseyê diyar kir bi hinceta ku kes li welatê ku hemwelatiyê wê ye tevlî fînansmana PKK’ê bûye nabe ku biryara kes a penabertiya siyasî were betalkirin.

Di biryarê de hate gotin “Konsey xwe dispêre çavkaniyên agahiyên cihê yên ku derbarê çawanî, avadanî, rêxistinkirin, çalakî û metodên PKK’ê jê re hatiye pêşkêşkirin, diyar dike dema hemû çalakiyên vê rêxistinê werin nirxandin, wê were dîtin nabe ku wekî terorîst were pênasekirin.”

Konseya Dozê diyar kir ew jî bi fikra biryara li ser PKK’ê ya Dadgeha Temyîzê ya Brukselê re ne.

Dadgeha Temyîzê biryara di 28’ê Çileya 2020’an de ya ku Dadgeha Îstînafê di 8’ê Adara 2019’an de stendibû, qebûl kiribû. Daraza Belçîkayê diyar kiribû PKK ne rêxistineke terorîst e û nabe ku li gorî qanûnên navneteweyî were darizandin.

Konseyê biryar da nabe ku mafê parastina navneteweyî ya kesê ku serî li wan daye, were sekinandin.

Penaberê Kurd di sala 2012’an de ji bo îltîcayê serlêdan kiribû, piştî salekê jî ev daxwaz hatibû qebûlkirin. Komîsertiya Siyasî a ku mafê statuya siyasî dabû penaber, xwe spartibû îddîaya ku îstîxbaratê pêşkêş kiriye û statuya penaber ji destê wî stendibû.

Selma Benkhalîfa a ku parêzera penaber e ji ANF’ê re axivî û diyar kir ev li dijkî mafê parastina siyasî êrîşek e û li dijî Peymannameya Cenevreyê ye. Parêzer Benkhalîfa diyar kir dibe ku MÎT’a Tirk ev îddîa daye îstîxbarata Belçîkayê û got “Tu delîl tune, bi tenê guman hene. Ji bo ku vî penaberî aciz bikin, li gorî daxwazên Tirkiyeyê tevdigerin.”

Benkhelîfa diyar kir hikumet û Komîsertiya Giştî li dijî biryara dadgehê ne ku dadgehê diyar kiriye PKK ne rêxistineke terorîst e.

Benkhelîfa diyar kir Daîreya Ewlekariyê ya Dewletê ji ser muwekîlê wê nerazîbûna xwe ya li hemberî PKK’ê nîşan dide û got  “Di dosyeyê de tişta sereke ev e û tişta herî bi pirsgirêk ev e. Ji ber ku di têkiliyên Belçîka û Tirkiyeyê de, ya ku gefan dixwe ne PKK ye.”