Bazirganiya cîhanî wê ji sedî 32 kêm bibe

Rêxistina Bazirganiya Cîhanî (WTO) da diyarkirin ku rêjeya bazirganiya cihanî wê ji sedî 32 kêm bibe.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê WTO’yê ve hatî kirin, bazirganiya cîhanî wê bi bandora pandemiya Covîd-19 di navbera ji sedî 13 û sedî 32 de kêm bibe. Ev kêmbûn, wê ji krîza aborî ya 2008’an gelek mezintir be.

Ji xwe di navbera Çîn û Emerîkayê de li derdora Brexît ê bandorên nediyar ên karûbarên bazirganiyê hebû, tê texmîn kirin ku hema wê li hemû herêmên cihanê 2 qat kêmtir bibe.