Banka Navendi ya DYA’yê fayîz bilind kir

Banka Navendî ya DYA’yê di nava vê salê de du car, di deh salên dawî de jî cara 3’emîne ku fayîz bilind kir.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Bankaya Navendî ve hate dayîn, fayîz 25 pûan bilind bûne. Di daxuyaniya bankayê de hate diyarkirin ku di nava salê de dibe ku herî kêm du car din jî fayîzan bilind bike.

Li DYA’yê, piştî başbûna daneyên aboriyê yên di demê dawî û şûn de, Bankaya Navendî ji bo zextên enflasyonê sivik bike, bi awayekî beş bi beş fayîzan zêde dike.

Piştî bilindbûna fayîzan û şûnde, li DYA’yê borsa bilind dibe, Dolar jî bi taybet li beramberî Eûroyê nirx distîne.