Banga alîkariya navneteweyî ji bo Endonezya hate kirin

Hikûmeta Endonezya, piştî erdhej û tsunamiya li girava Sîlawesî da û şûnde daxwaza alîkariya navneteweyî kir.

Li Endonezyayê ji ber karesatên rû dayîn di peydakirina pêwîstiyên bingehîn ên jiyanê de astengiyan dikişîne. Amûrên alîkariyê hewl tê dayîn bigihînin cihên dûr. Ajansa Rêveberiya Afat a Neteweyî, ragihand ku dibe hê jî bi dehan û bi sedan kes di bin xirbeyan de mabin. Li gorî bîlançoya hatî ragihandin bi kêmanî 832 kes mirine.

Yekîtiya Ewropa ya destnîşan kir ku bi dehan saziyên alîkariya mirovî amadene ku alîkariyê bikin, paketa alîkariyê ya mirovî ku bihayê 1,5 milyon eûro pêk anî.

Li aliyê din ji ber erdhejê hikûmetê ragihand ku li sê girtîgehên cuda yên Endonezyayê 1,200 girtî reviyane.

Roja Înê li girava Sîlawesî 2 erjhej pêk hatin. Enstîtuya Jeolojî ya Amerîka (USGS) diyar kir ku yek ji pileya erdhejê 7,5 nîşan da.

Girava Sîlawesî ya di meha Tîrmeh û Tebaxê de di encama çend erdhejan de bû sedema mirina 500 kesî, dikeve bakurê rojhilatê girava turîstî ya Lombokê.