Balafirên şer ên Îsraîlê bombe li Gazzeyê barandin

Balafirên şer ên Îsraîlê duh bi şev bombe li Gazzeyê barandin.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Îsraîlê, balafirên şer duh bi şev êrîşî 'kampeke perwerdeyê' ya li nêzî deriyê sînor ê Refahê kirine.

Medya Fîlîstînê jî ragihand, balafireke keşfê û balafirên F-16 ên Îsraîlê sê fuze avêtine cihekî li bakurê rojava yê bajarê Refahê. Hate gotin, ji ber êrîşê cihê bûye hedef hilweşiya ye û xisar li avahiyan bûye.