Bala cîhanê li ser destwerdana li Sûriyê ye

Lİ hêlekê rageşiya destwerdana li Sûriyê berdewam dike, ji ber sedema ku ev birojan e destwerdana pêkan a li Sûriyê tim tê taloq kirin wê gumanê çêdikin ku bi Rûsyayê re bazar têne kirin.

Kifş e ku daxuyaniyên tund yên DYA’yê û hevalbendên wê bi wê sedemê ne ku dixwazin demekê bidin berxwe da ku haziri yên xwe bikin.

Piştî îdîaya ku çeka kimyewî 7’ê Nîsanê li Dumayê hatiye bikaranîn li cîhanê rageşiyek çêbû. DYA, Fransa û Brîtanya her çendî li ser destwerdanê daxuyaniyan bidin jî biryara li ser destwerdanê bi rojan e taloq dikin.

DYA PÊ BAWER E KU REJÎMÊ KIRIYE

DYA ku ji roja pêşî ve li ser îdîaya çeka kîmyewî rejîma Sûriyê sûcdar dike, bi daxuyaniya xwe ya dawî ragihand ku ew pê bawer in ku rejîmê êrîş aniye. Li ser navê Wezareta Karê Derve ya DYA’yê Heather Nuert got delîl bi dest wan ketine ku êrîş ji hêla rejîmê ve bûye û lêkolîn bêhtir li ser wê ye bê ka di çeka kimyewî de kîjan made hatiye bikaranîn.

Pêrşemê rayedarên ku ji MSNBC’ê re axivîn û nexwestin ku navê xwe bidin gotin delîl di dest wan de hene ku rejîmê êrîş aniye.

Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders got ew ‘pêbawer in’ ku êrîşa bi çeka kimyewî ya li Sûriyê ji hêla rejîma Esad ve bûye û lêkolînên wan bêhtir li ser berpirsyariya Rûsyayê ne.

HERÎ DERENG ÇARŞEMÊ WÊ BIRYAR BIDANA

Sanders got delîlên ber desten wan rejîmê destnîşan dikin û got, niha mijar ew e bê ka Rûsya heta bi çi astê tevlî vê êrîşê bûye. Sanders got li ser vê mijarê pirs di serê wan de hene û got ji bo biryara dawî ya li ser Sûriyê bi hevalbendênwan re hevdîtinên wan didomin.

Bi vê daxuyaniyê re ku hatibû gotin herî dereng Çarşemê wê biryarek were standin, tê nişandan ku hê dev ji biryarê ne qeriyane. Lê beriya niha Serokê DYA’yê Trûmp gotibû biryar heta Çarşemê wê were standin. Çarşemê jî bi gotinên tund ên li ser Rûsyayê biryar taloq kiribû.

MÎNA POLÎTÎKAYA LI SER KOREYA BAKUR

Nayê zanîn bê ka ev politikaya Trûmp ku gotinên tund ên li ser Koreya Bakur bi bîra mirov dixin û dawiyê veguherîbû muzakereyan taktîk e yan na ji bo şêwra bi rayedarên leşkerî re dixwaze wext bi dest bixe. Herî dawî QesraSpî got hê biryara dawî nehatiye standin, li hêla dî jî Pentagonê got haziriyên leşkerî berdewam dikin.

LI HUNDIR ZEXT HEYE

Tê fêhmkirin ku DYA bi van zextan dixwaze bi Rûsyayê gav bi paş ve bide avêtin û bi taybetî jî dixwaze îmaja xurtbûnê ya psikolojik a Putîn ku 4’ê  Nîsanê bi lîderênTirkiyê û Îranê re dabû, xirabike. Ji ber sedema bêdengiya li bara dagirkeriya li ser Efrînê û hewldanên Rûsyayê yên bi welatên mînaTirkiyê re dixwaze DYA’yê û welatên rojavayî bêbandor bike li hundir zexteke zêde heye.

Herî dawî senatore Demokrat Robert Menendez di civîna 4’ê Nîsanê ya Enqerê de wêneyê Putîn, Erdogan û Rûhanî nîşan da û got, ‘’Çima DYA di vî wêneyî de nîn e?’’ û rexneyên tund anî bû. Menendez ji ber ku li ser êrîşa Tirkiyê ya li ser Kurdan, ku li dijî DAÎŞ’ê şer dikin welatê wî bêdengmaye, rexne anîbû.

Her wiha Trûmp rexne li Obama kiribû ji ber sedema dema ku li Xûtaya Rojhilat çeka kîmyewî hatibû bikaranîn mudaxele li Sûriyê nekiriye, ji ber vê jî bêriya ku tawîzeke mezin bistîne, zor e ku Trûmp bi paş ve gav bavêje.

LI GORÎ RÛSYAYÊ MÎZANSEN E

Rûsya ji destpêkê ve rejîma Sûriyê diparêze, ji destpêka krîzê ve jî behsa ‘provakasyon’ û ‘mîzansen’ê dike û duh jî rasterast Brîtanya kire hedefa xwe de. Artêşa Rûs îdîa kir ku êrîşa kimyewî ya li Dumayê ‘lîstika Brîtanyayê ye.’’

Berdevkê artêşa Rûsya Îgor Konşenvkov got, ‘’Di dest me de delîl hene ku Brîtaya di organîzasyona provaskasyona Xûtaya Rojhilat de rasterast cih girtiye.’’

Berdevk got Brîtanyayê zext li ser ‘kask spiyan’ kiriye ku vê ‘mîzansenê’ bikin, ku êrîşa li ser Dumayê, ku bajarê herî dawî yê li Xûtaya Rojhilat ketî ew bû û cara pêşî ‘kask spi’yan ragihand ku êrîş çêbûye. Rûsya weke di jehrdana cot sîxûr Sergey Skrîpal di êrîşa Dumayê de jî Brîtanyayê sûcdar dike. Lê balkêş e ku van mehên dawî li pişt bûyerên Skrîpal û Duma ku Rûsya û welatên Rojavayî anîn pêşberî hev Brîtanya heye. Ji ber ku ‘Kask Spî’ 2013’an ji hêla efserekî Ingilîz  James Lle Mesûrîer ve hatiye avakirin, ev argûma Rûsya xurt dike.

LI GORÎ RÛSYA JI BO KU ESAD BIRÛXÎNIN HINCET E

Li gorî Rûsya sedema van hemû tiştan rûxandina Esad e. Nûnerê Domdar ê NY’yê yê Rûsyayê Vassîly Nebenzîa derbarê êrîşeke pêkan a li ser Sûriyê got, ‘’Em dibinin ku haziriyên leşkerî yên bi mebesta rûxandina dewleteke serwer hene, li gel binpêkirina hiqûqa navnetewî û em bang li van weletan dikin ku careke dî li rewşa xwe binerin.’’’

Li gorî Nebenzîya tekane armanca sê dewletan rûxandina rejîma Esad e. Herî dawî Serokkomarê Fransayê bi daxuyaniyê got ji bo wan armanca sereke ne çûna Esad e.

FRANSA WÊ DIYALOGÊ BIDOMÎNE

Heke îdîaya Rûsya rast be ev nîşan dide ku Fransa di vê mijarê de nêzî xeta DYA ‘yê û Brîtanya dibe. Serokkomarê Fransayê Macron van mehên dawî nêzikî DYA’yê dibe û gotinên geşkirina hevkariya bi DYA’yê re dike. Macron bi gotina xwe ya dawî nîşan da ku ew naxwaze bi temamî hevsar berde. Macron duh bi Putîn re axivî û got bi Moskowê re wê diyalogên wan bidomin.

Piştî axaftinê Serokkomariya Fransayê bi daxuyaniyeke niviskî got ji bo Fransayê armanca sereke astengkirina geşbûna DAÎŞ’ê û têkoşîna dijî komên dî yên terorîst e.

Di daxuyaniyê de her wiha tê gotin vetoya Rûsyayê ya li ser pêşnûmeya derbarê çeka kimyewî ya Konseya Ewlehiyê ya NY’yê helwest nîşan daye lê Macron ji bo ku li Sûriyê aramî pêk were alîgirê danûstanina ye.

Fransa jî weke DYA’yê dibêje di dest wan de delîl hene ku êrîş ji hêla rejîmê ve bûye. Macron beriya bi çend rojan got piştî lêkolîna agahiyên berdest wê biryarê li ser destwerdana leşkerî bidin lê eriş wê ‘kapasîteya çeka kimyewî’ ya li Sûriyê bikin hedef.

KAPASÎTEYA KÎMYEWÎ WÊ ÇAWA BIBE HEDEF?

Mijara nîqaşê ye bê ka çawa DYA, Fransa û Brîtanya wê bi êrîşa leşkerî kapasîteya çeka kimyewî ya rejîma Sûriyê bikin hedef, ji ber ku di dest rejîmê de çeka kîmyewî hebe jî şîlo ye bê ka li kûderê ne û wê çawa were îmhakirin.

Lê ji 7’ê Nîsanê û vir ve piştî daxuyaniyên li ser êrîşeke pêkan tê gotin gelek yekîneyên Sûriyê hatine parastin, li hin deveran teçhîzatên girîng birine baregehên ku leşkerên Rûsya lê ne.

LI HER MALÊ KLOR HEYE

Her wiha pirseke dî ya ku rejîma Sûriyê aniye holê ew e ku hedefa lêxistina li kapasîteya çeka kimyewî wê çendî serkeftî be.

Li gorî nîqaşa medyaya Fransiz rejîmê gotibû, ‘’Li Sûriyê li her malê kêmtirî welatên rojavayî hinek klor heye’. Ango klor ku berê hatibû gotin li Idlibê û niha jî li Xûtayê hatiye bikaranî di serî de li malan, di gelek berheman de heye, ku pê miqrop têne kuştin.