Bala cîhanê li ser Covîd-19 ye, lê ji ber tayê bi sed hezaran kes mirin

Di demekê de ku bala tevahiya cîhanê li ser şewba Covîd-19 ye, ji ber nexweşiya tayê herî kêm 400 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dan ku piraniya qurbaniyan li Efrîkayê bûn.

Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji ber nexweşiya tayê ku bi rêya pêşûyan belav dibe, bi sed hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dane. Li gorî rapora rêxistinê, di sala 2019'an de herî kêm 229 milyon kes bi tayê ketin.

JI SEDÎ 94 Ê QURBANIYAN LI PARZEMÎNA EFRÎKAYÊ BÛN

Di raporê de işaret bi kujeriya nexweşiyê hate kirin û hate ragihandin ku herî kêm 409 hezar kes ji ber vê nexweşiyê mirine. Di raporê de hate bibîrxistin ku sala 2018'an 411 hezar kes, di sala 2000'î de jî 736 hezar kesî ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Hate ragihandin ku ji sedî 94 ê qurbaniyên nexweşiya tayê, yanî derdora 384 hezar kesên ji ber tayê jiyana xwe ji dest dan li parzemîna Efrîkayê bûn.

Nexweşiya tayê bandora herî giran li 4 welatên Efrîkayê dike. Ji nexweşên sala 2019'an ên li herêmê hatin tespîtkirin ji sedî 27 ji wan li Nîjeryayê, ji sedî 12 ji wan li Komara Kongo ya Demokratîk, ji sedî 5 li Ûgandayê û ji sedî 4 jî li Mozambîkê bûn.

XEMSARIYA JI BER 'TEDBÎRÊN COVÎD-19'

Mijara herî girîng ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê giraniyê dide ser ew e ku têkoşîna li dijî nexweşiyê di asta têrker de serketî nîne. Ji bo sala bê pêwîstî bi foneke ji 5.6 milyar dolarî heye, lê belê tenê 3 milyar dolar hatiye komkirin.

Sekreterê Giştî yê rêxistinê Tedros Adhanom Ghebreyesûs li ser mijarê axivî û destnîşan kir ku kêmaniya fonên malî dibe sedem ku xizmetên tenduristiyê yên pêwîst pêk neyên.

Fikar tên kirin ku ji ber şewba Covîd-19 xizmeta tenduristiyê ya li dijî tayê kêm bûye û vê yekê jî hejmara qurbaniyên sala 2020'î zêde kiriye. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hişyarî da ku kêmasiyên biçûk ên peydakirina dermanan jî salane dikare bibe sedema mirina 20 hezar kesî.