Baku û Êrîvan ji bo normalîzekirina têkîliyan soz dan ku gavên şênber bavêjin

Ermenistan û Azerbaycan piştî dagirkirina Qerebaxê ya ji aliyê Baku ve, ji bo başkirina têkîliyan soz dan ku gavên şênber bavêjin.

Her du welatên Kafkas di hefteyên dawî de ji bo îmzekirina peymana aştiyê, di nava muzakereyan de ne.

Lê piştî hevdîtina di navbera ofîsên Serokwezîrê Ermenistan Nîkol Paşinyan û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Alîev de, Baku û Êrîvan daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Li gorî daxuyaniyê Azerbaycan û Ermenistanê soz dan ku ‘tedbîrên bi bawer û şênber’ bigirin û niyetên xwe yên ‘normalîzekirina têkîliyan û îmzekirina peymaneke aştiyê’ car din nîşan dan.

Ermenistan wê sala bê, pêşniyara malûvanîkirina ji COP29’ê re paş ve bikêşe û wê piştgiriyê bide pêşniyara Azerbaycanê.

Her wiha her du welatan li hev kirin ku li beramber 2 leşkerên Azerî, 32 dîlgirtiyên şer ên Ermenî werin berdan.

Li gorî daxuyaniyê wê her du welat wê hevdîtinên xwe bidomînin û ji civaka navneteweyî piştgiriyê bixwazin.

Serokê Konseya Ewropayê Charles Mîchel roja Pêncşemê li ser X’ê daxuyaniyek da û ev pêngava her du welatan weke “gaveke ku di diyaloga siyasî de mîna wê nehatiye dîtin” nirxand.

Mîchel got, “Ev geşedana îro, gaveke girîng e. Ez niha lîderan teşwîk dikim ku di demeke herî kurt de peymana aştiyê ya Ermenistan-Azerbaycanê bi encam bikin.”