Bahoza Laûrayê li Haîtî bû sedema mirina mirovan

Bahoza tropîkal a bi navê Laûra bandorê li Haîtî û Komara Domînîk dike. Bahoza ku bi navê Marco jî tê naskirin, vediguhere bagerê û ber bi eyaleta Lûîsîane ya DYE'yê diçe.

Bahoza tropîkal a Laûra bû sedem ku darek bi ser xaniyekî ve bikeve. Di bûyerê de keçeke 10 salî jiyana xwe ji dest da.

Ji ber bahozê gelek mal li ber avê ketin Rayedar şêniyên herêmê vediguhezînin.

Li bajarê Saînt Domîngûeyê jinek û zarokek li malê mirin. Li devereke din jî ciwanekî jiyana xwe ji dest da.

Şîrketên enerjiyê yên herêmî jî diyar kirin ku nêzî milyonek mirov ji ber bahozê ji elektrîkê bêpar mane.

Li Qûîsqûeyayê ku girava hevpar a Haîtî û Komara Domînîkê ye, ji ber bahozê baraneke dijwar dibare û bayekî xurt heye.

Navenda Bahozê ya Neteweyî ku navenda wê li Mîamî ye ragihand, ku bahoza Laûra piştî Haîtî û Komara Domînîk wê bigihêje Kuba û ji wir jî derbasî başûr û rojhilatê Kendava Meksîkayê bibe.