Bahoza Dorîan li Bahamayê da: 43 kes mirin

Bahoza Dorîan a piştî katagoriya şideta 5’an û şûnde, daketa katagoriya 1’ê. Ji ber bahozê li Bahamayê 43 kes mirin.

Bahoza Dorîan a bi dijwarî li Bahamayê da, ber bi Skoçyaya Nû a dikeve peravên başûrê Kanadayê e çû. Rayedarên Kanadayî hişyarî da welatiyan ku ji ber şidet û bagerê, dîsa baranê û pêlên avê wê ziyanên mezin derkevin.

Bîlancoya bahozê ya li Bahamayê giran bû. Li gorî rayedaran bi kêmanî 42 kes mirin, hate diyarkirin ku dive ev hejmar zêdetir bibe.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, li Karayiplerê pêwîstiya lezgîn a alîkariyê bi 70 hezar kesî heye. Têpayîn ku di sê mehên pêşiya me de ji bo herêmê 85 hezar ton xurek bê şandin.