Bagera Laurayê: Li gelek welatan bû sedema mirinê

Bagera Laurayê ku li Okyanosa Atlantîkê dest pê kirî li gel DYE'yê li Karayîpan jî karîger bû, tenê li Haîtî bû sedema mirina 31 kesî.

Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ku bagera Laurayê bi ser da hat, tenê li Louîsînayê bi kêmanî 10 kes miribûn.

Li Kûbayê ku bager lê karîger bûbû bi kêmanî 340 hezar kes birin deverên ewle, xebatên lêgerîn û xilaskirinê hê jî didomin.

Bager a ku li Karayîpan derketî holê û ber bi DYE'yê ve çûyî bandora xwe herî pir li ser Haîtî kir. Li Haîtiyê bi giştî 6 hezar û 200 mal di bin avê de man, ziyan giha bi hezaran malî. Hate ragihandin li vî welatî bi kêmanî 31 kes mirin.

Li gel Haîtiyê li Kpomara Donîmîkê jî ku li ser girava Quîsqueyaê dimîne, bi kêmanî 4 kes mirin.

Bagera Laurayê pêşî li Karayîpan bi rengê bahozê dest pê kiribû, ji kendava Meksîkayê bihurîbû û bûbû bager. Bagerê piştre ziyaneke mezin da Louîsînaê ya Emerîkayê.