Azerbeycanê ji nû ve balyozxaneya xwe ya li Tehranê vekir

Li gorî medyaya dewletê ya Îranê Azerbeycanê piştî salekê ji nû ve balyozxaneya xwe ya li Tehranê vekir.

Ajansa Nûçeyan a Îrnayê ragihand ku piştî hevdîtina roja Duşemê ya di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Komara Azerbeycanê de  Azerbeycanê ji nû ve balyozxaneya xwe ya li Tehranê vekiriye. Li gorî heman çavkaniyê sefîr û dîplomatên Azerbeycanê vegeriyane Îranê. 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di Çileya 2023’yan de kesek ketibû balyozxaneya Azerî ya li Tehranê dîplomatek kuştibû û du karmendên ewlehiyê jî birîndar kiribûn.

Her wiha di Nîsana 2023’yan de jî Wezareta  Karên Derve ya Azerbeycanê ji sefîrê Îranê re ragihandibû ku wan 4 karmendên balyozxaneya Îranê weke kesên nayên xwestin îlan kirine û piştî mehekê jî Îranê her çar dîplomatên Azerî dersînor kiribû.