Atîna: Enqere bi 'fantaziyên emperyalîst' tevdigere

Serokwezîrê Yewnanîstanê Kirîakos Mîçotakîs dema ku bi Serokkomarê Qibri û Misirê re li Lefkoşayê axivî, got Tirkiye li rojhilatê Deryaya Spî bi 'fantaziyên emperyalîst e' tevdigere.

Serokwezîrê Yewnanîtanê Çarşemê dema ku bi Serokkomarê Misirê û Qibrisê Abdulfettah Sîsî û Nîkos Anastasîades re axivî got, dewleta Tirk, ''Ji Sûriyê heta bi Libyayê, di ser Somalî û Qibrisê re, bi ser Deryaya Ege û Kafkasyayê re bi çalakiyên êrîşkar bi fantaziyên emperyalîst e.''

Qibris, Misir û Yewnanîstan bi daxuyaniyeke hevpar 'provakasyon'ên Tirkiyê yên li Deryaya Spî û Libyayê û Sûriyê şermezar kirin.

Mîtsotakîs 'peymana netê' ya di navbeyna Enqerê û hikûmeta Trablûsê de destnîşan kir.

Dewleta Tirk li dawiya 2019'an bi hikûmeta Trablûsê re ku bi giranî Îxwanî ne têkilî sînorên deryayê peyman danîbû, Enqere bi vê peymanê li Deryaya Spî li ser qadeke berfireh heq dixwaze.

Yewnanîstan, Qibris û Misir peymana 'deryasayî' ku mafên aborî yên vê sektorê binpê dike, şermezar kir.