Asyaya Başûrê Rojhilat di ekonomiya înternetê de bi pêş ve diçe

Li Asyaya Başûrê Rojhilat a ku berhemên pêşkêtî lê tên bikaranîn, li gorî texmînan ew ê li 6 welatên wê ekonomiya li ser înternetê jî bi pêş ve biçe.

Li gorî lêkolîneke Google û fona bi navê Temasek Holdîngs a li Sîngapûrê di warê firotinên li ser înternetê girîngiya welatên Asyaya Başûrê Rojhilat zêde dibe.

Lêkolîn li Endonezya, Fîlîpîn, Malezya, Sîngapûr, Vîetnam û Taylandê hate kirin.

Li gorî lêkolînê aboriya înternetê ya 6 welatan di sala 2025’an de wê bigihêje 240 milyar dolaran.

Lêkolîn ji sala 2016’an û heta niha tê kirin. Di lêkolînê de gera ji ser înternetê, xizmetên ajovaniyê, xizmetên vîdeo û muzîkê cih girtin.

Li gorî hesaban ew ê hacmê firotina giştî ya ekonomiya înternetê ya şeş welatan heta dawiya salê bigihêhe 72 milyar dolaran û li gorî sala borî 37 ji sedî zêdebûn pêk hatiye.

Li gorî heman lêkolînê hacma firotina li ser înternetê jî di dawiya salê de 23 milyar dolaran derbas bike. Li gorî texmînan ew ê heta 2025’an ev hacm wê bibe 100 milyar dolar.

Welatên Malezya, Fîlîpîn, Endonezya, Vîetnam û Tayland di kategoriya ‘welatên bi pêş dikeve’ de ye. Sîngapûr jî ji ber pêşveçûna wê ya di warê ekonomîk de di nav ‘welatên geş dibe’ de tê nirxandin.